Diyarname
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Sadi Guven li ser hilbijartina ku dê 24'ê meha pûşperê li dar bikeve got: "Ligel Serokomarî emê du hilbijartinan bi hev re bikin. Hemû amadehiyên hilbijartinê temam in. Ji îro pê de bernameya ji bo hilbijartinê dest pê kir. Di nav du rojan de emê rewşê ragihÎnin."
Li ser pirsa "Îyî Partî" dê bikeve hilbjartinê yan na got ku ew jî hê nizane û wisa got: "Li gor xala 36'an a Zagona Partiyên Siyasî kîjan partî dê bikeve hilbijartinê diyar e. Kîjan partî ev merc anîne cih emê agahiyan ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bixwazin. Piştî lêkolîna me emê diyar bikin. Hilbijartina serokomarî û ya mebûsan heman roj e."
Çi bûbû?
Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli duh banga hilbijartina pêşwext kiribû. Îro Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ligel Bahçeli hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinê Erdogan ragihand ku dê hilbijartina pêşwext li dar bikeve. Daxuyaniya Serokê YSK'ê Guven piştî vê daxuyaniyê hat.
Di hilbijartinê de AKP û MHP ligel hev îtîfaqê dikin.