Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê partiyên ku mafê bidestxistina hilbijartina 24'ê pûşperê bi dest xistine hatin eşkere kirin. Li Tirkiyeyê 81 partiyên siyasî hene. Li gor daxuyaniya YSK'ê 10 partiyan şertên beşdariya hilbijartinê bi cih anîne û tenê ew dê di nav hilbijartinê de hebin. Vane ew partî:
HDP, AKP, CHP, MHP, BTP, BBP, DP, Îyî Partî, Partiya Saadetê û Partiya Vatan.
YSK'ê îro ragihandibû ku Îyî Partî nikare beşdarî hilbijartinê bibe. Piştî vê yekê 15 mebûsên CHP'ê îstîfa kirin, beşdarî Îyî Partî bûn û partiyê li meclisê kom ava kir. Bi vê mafê beşdariya hilbijartinê bi dest xist.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji CHP'ê 15 mebûs derbasî Îyî Partî bûn
- Hejmara mebûsên bajarên kurdan diyar bû
- Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be


