ÎHD: Hamdullah Oge dihate þopandin
Þaxa ÎHD'ê ya Çewlîkê rapora têkildarî ajokarê wesayîta anonsê yê HDP'ê Hamdullah Oge yê ku li gundê Alpîran ê navçeya Kanîreþê yê Çewlîkê di encama êrîþa çekdarî de jiyana xwe ji dest da amadekirî aþkera kir û diyar kir ku wesayîta Oge bikartîna du roj berê ji aliyê wesayîtekî plaqeya wê ya Erziromê (25) ve hate þopandin û dema wesayît li cihê viraj hêdî çû rast êrîþa çekdarî ya çep û rast hat.
Þaxa ÎHD'ê ya Çewlîkê rapora têkildarî ajokarê wesayîta anonsê yê HDP'ê Hamdullah Oge yê ku li gundê Alpîran ê navçeya Kanîreþê yê Çewlîkê di encama êrîþa çekdarî de jiyana xwe ji dest da amadekirî aþkera kir. Di raporê de hate gotin ku heyeta ÎHD'ê þevê din seat di 22.00'an de çu cihê bûyerê lê di wê seatêde cenazeyê Oge biribûn Nexweþxaneya Dewletê ya Kanîreþê û ji ber wê yêkê derbasî wir bûn û heyeta HDP'ê li ber nexweþxaneyê bang li welatiyan dikir kirin ku neyên provokasyonan.
Wesayît demek dirêj hatiye þopandin
Di raporê de hate gotin ku dema wesayîta Hamdullah Oge bikartîna li cihê vîraj hêdî çû rastî gulebaran çep û rast hat û wesayît demekê hatiye þopandin û wiha hat gotin: "Rêveberên DBP'ê yên navçeyê du roj berê wesayîtek bi rengê mor ya plakeya (25) ya Erziromê ew þopandin agahî girtin. Hamdullah Oge û kesekî din ji bo wesayîtê ans bikin carek din vegeriyan lê wesayîta ev yêkê ferq kir bi lez ket riya Erziromê û çû. Þopandina wesayîtê heya riya Erziromê û Çatakê berdewam kir lê ji ber wesayît lez çû plaqeya wê nehate girtin."
Di raporê de hate gotin ku Hamdullah Oge ji ber þîdet û gefên li hemberî wî û malbata wî pêk tên di 25'ê gulana 2014'an de serî li Þaxa ÎHD'ê ya Çewlîkê daye.
'Hin vucuda wî bi çekan hatiye perçekirin'
Di raporê de hate destnîþankirin heyeta ÎHD'ê ji ber derengî þevê bû ji ber ewlehiyê neçû cihê bûyerê lê bi kesên yekemîn ên çûn cihê bûyerê û berî bûyerê kesên bi Oge re mayîn hevdîtin kirin. Di raporê de wiha hat gotin: "Rêveberên navçeyê, Oge piþtî hin xebatkarên HDP'ê birin gundê Sermetaþ û vegeriya dengê çekan hat. Rêveberê HDP'ê yê navçeyê got dema wesayîta Oge li nêzî gundê Sermetaþê di dema vîrajê de hinek hêdî bû rastî êrîþê hat. Di wesayîtê de tu xwîn tunebû lê gelek þopa guleyan hebû. Cenazeyê Hamdulla Oge 50-100 metre dûrî wesayîtê peydakirine. Rêveberan got vucuda Oge bi çekan hatibû perçekirin."
Di raporê de hate gotin ku bi vê bûyerê dixwazin provokasyonê pêk bînin û wiha hat gotin: "Cînayetekî profesyonel e û xwestin bi vê yêkê girseyan derxin kolanan."
Baluken: Kontrayên AKP'ê Oge kuþtin
Mebûsê HDP'ê yê Çewligê Îdrîs Baluken li ser kuþtina Oge got ku kuþtina Oge bi axaftina Serokomar Erdoðan re eleqedar e û got: "Înfaz encama plana B û C ku Erdogan qal kiriye ye. Em dizanin ku ji bo vê kuþtinê hikumeta AKP'ê peywir daye kontrayan û ew þandine Kanîreþê, Çewligê."
Cenaze anîn gund
Di vê navberê de cenazeya Oge anîn gundê wê Qerehemzeyê û bi diruþman defin kirin. Hevserokê HDP'ê Sehattin Demirtaþ ku diçû Erzeromê rêya xwe bi wir ve kir û hat gund, demek li gund ma. Mebûsên HDP'ê, berendamên HDP'ê yên Çewligê û gelek kes di merasima cenazeyê de amade bûn.
Herî mezin 11, herî biçûk 3, bi giþtî 6 zarokên Hamdullah Oge hebûn. Jina Oge Serhat Oge bi zorê li ser piyan disekinî.
DÎHA
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Çewligê HDP'yiyekî hat kuþtin