Luqman Guldivê
Rîtm û qirika çiyayî gelo ew e ku dike ev guh li heman serpêhatiyan guhdarî bikin, Memê Alan jî Xanê Lepzêrîn jî ji sînorên zimanî dibihurîne? Ya rastî bersiveke min nîn e, lê ev pirsa min heye. Jean Claude Lubtchansky û S. Lubtchansky li seranserê Efxanistan û Îranê geriyan û hin awaz tomar kirin. Yek ji van jî bi navê Awaza Epîk a Kurdî ye (Epic Kurdish Avaz). Hunermendên ku em dengê wan dibihîsin, Mihemed Şehab (Mohammad Shahab) û Qadir No Peleng (Ghader No Palang) in. Îro hîna lîsansa Instîtuya Awaye Mehbanî li ser vê muzîkê heye.
Her du hunermend beşê stranî yê şerekî/destanekê dibêjin, sed mixabin, tevî ku mirov tê digihîje ku destpêk e û destpêkeke ku hîna navê qehremanan nayê gotin. Lê sirûşt tê terîfkirin, barîna berfê tê tarîfkirin û wekî awaz gelekî dişibe awaza destaneke êdî di kurmanciyê de jibîrbûyî ya li ser qehremanekî êdî tenê li ser nivîsên kevin maye: Destana Ferx û Sitiyê. Ferx keseke ku bi jidayikbûna xwe bi gotinan û meşê dikeve, gotinên wî bi sêhr in. Ya rastî Xwedê tîne bîra mirovî. Ew dilketiyê keçapa xwe Stiyê ye û gava ku wan ji hev qut dikin, ew di nava berf û pûkê de berê xwe dide mala xalê xwe. Axir Albert Socin ev berhem li Zaxoyê sala 1870´yî berhev kiriye û sala 1890´î jî ev berhem tevî gelekên din çap bûye. Ev destan di rûpelên 83 ta 90´î de tomar kiriye.
Helbet ne hedê min e ku ez bibêjim, ya ku ‘Lubtchansky’an sala 1956´an li Îranê (lewma navê cih di plakê de nîn in û ez nizanim gelo li Rojhilatê Kurdistanê hatiye qeydkirin, yan jî li devereke mîna Mazenderan, yan jî her cihekî din) qeyd kirî beşek ji vê destanê ye. Zimanê wê muhtemelen soraniyeke wan deverên Lekî lê tê peyivîn e. Wisa be jî, awaza wê dişibe ya vê destanê ku dapîra min di wan deman de digot, ku eleqeya min nebû ez qeyd bikim û jixwe derfetên qeydiyê jî li ber destê me nebûn. Axir destan li bîra dapîra min e, lê nikare êdî tevî awazê bibêje.
Ji ber wê jî du qelsiyên vê hesabkirina min hene, yek jê bîra min a ku dikare bi hêsanî min bixapîne; ya din jî dapîra min erê bike jî ku awaza li bîra min mayî rast e, ji ber ku ew bi xwe nabêje, û ne ew û ne jî ez, em nikarin bi temamî piştrast bin ji rastiya wê.
Dîsa jî gava min li Epîka Kurdî ya ‘Lubtchansky’an tomarkirî guhdarî kir, ya pêşî hat bîra min, çawa dibe ku ev destan bi soranî (gerçî soraniyeke nêzî lekî jî be belkî) jî bê gotin? Axir ew destan be yan jî ne ew destan be, tiştekî teqez heye; ew jî ew e ku ev awaz ji nava rihê kurdî yê çiyayî ye, ma naxwe çima çi şaş û çi rast, ew vê destanê bîne bîra min! Diyar e, ew qirika çiyayî bi rastî jî mîna çiyayan sînoran pûç û bê mane dike; jixwe, hem di gotinê de û hem jî di awazê de gava Ferx berê xwe dide mala xalan ew sêhr û efsûna çiyayî xwe dide der:
Berfê de tu wa meke,
Gavekê li Ferxo veke,
Riya Ferxo ji mala xalê betal neke.
Berfê mezin biwêre,
Dê çim serê heft kêre,
Dibim dermanê nexweş û bîwêre.
Befro bêt û wa nabit,
Tu li serê heft kela bit,
Ew nesaxî bi tera bit,
Serî ji balga ranabit.
17.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka


