Diyarname
Saziya fikir û ramanê Freedom House ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye Rapora Azadiyan a Dinyayê ya 2018'an belav kir. D inav raporê de Tirkiye ji aliyê mafên siyasî û mafên azadiya şexs de paş ketiye û ketiye nava kategoriya "welatên ne azad". Tirkiye par di nav beşa "welatên hinek azad" (yan jî nîv azad) de bû, lê di rapora îsal de gavek din ber bi paş ve çûye.
Rapor li ser 195 welatan hatiye amadekirin û di nav kategoriya "welatên ne azad" de 49 welat hene ku ev yek tê wateya sedî 25'ê serjimariya dinyayê. 88 welat di nav kategoriya "welatên azad" de ne. Yên din jî di nav "welatên nîv azad" de ne.
Di raporê de ji bo Tirkiyeyê wisa hatiye gotin: "Serokamar Erdogan reqîbên xwe yên li nav partiyên avêtin derve, li gor pêdiviya xwe şikil da patronên çapemeniyê. Piştî derbeya 2016'an nêçîra girtin û binçavkirinan berfireh kir. Bi ser 60 hezar kesî re mirov girtin bin çavan, bi ser 160'î re saziyên weşanê hatin girtin, 150 rojnameger tewqîf kirin. Rêberê partiya sêyemîn a welat girtî ye. Bi ser sedî re şaredar di çarçoveya Rewşa AWarte de bi zora siyasî ya serokomar ji peywirê hatin girtin. Hikumetê ev zordarî derxist derveyî Tirkiyeyê jî û ji bo şikberan binçav bike gelek bultenên sor amade kirin ku xwest Interpol wan kesan binçav bike."
Di raporê de hat gotin ku Tirkiyeyê di 10 salên dawî de 34 pûan winda kirine û bûye welatê ku herî zêde azadî lê kêm bûye.