Bawer Rûken
Fatma Savci ku em wê bi pirtûkên helbestan; “Gulên Qasid”, “Xewnên Zivîn”, “Bîra Birînê” û bi pexşana ku bi navê “Şewq û Payiz” nas dikin. Îcar bi wêrekiyeke mezin berê xwe daye qada çîroka kurdî. Kurteçîrokên bi navê Ristika Morîkan re ji xwînerên xwe re di qadeke din de dibişire. Ew pirtûka çîrokan ku ji yanzdeh kurteçîrokan pêk hatiye ji Weşanxaneya Avestayê hîn nû derçûye. Yanê hîn bêhna çapxane û belavkaran li ser e.
Di vê pirtûkê de hema hema bi awayekî ‘xwennivîskê’ hatiye vegotin. Jixwe nivîskar di çîroka dawî de vê yekê ji me re dibêje. Em bi awayekî şahidî bi xêra tevlîbûna nivîskar a çîrokan re dibînin ku car carnan daxilê mijara çîrokan dibe car carnan jî wekî temaşevan ango vebêjer ji dûr ve dîtinin xwe vedibêje. Geh bi çavên jinên navsale geh jî bi xof û tirseke lerzok ya keçikeke piçûk hûrik hûrik tevna xwe dirêse.
Di hemû çîrokan de metafora pîrejinê ku wekî temsîlkirina Kurdistanê jî mirov dikare bixwîne, bi awayekî şênber bikaraniye. Di karakterê wan pîrejinên ku di hema hema her çîrokê de derdikeve pêşberî me derûniya jinên êşkişandî; bi taybetî jî derûniya jinên ku rabirdûya xwe winda kirine bi çavekî jinî û vegotineke jinî radixe ber me. Û tiştê balkêş ew e ku ew jinên ku êşên wan ew qasî şênber dibin, ji neçarî bi derd û xemên xwe razî dibin. Wekî qedera xwe.
Di van çîrokan de ku hêmayên realîzma efsûnî pir xweşik hatiye neqşkirin. Bi xêra vê yekê bandora şerê ku herî pir li ser giyanê jinên kurd kiriye li pêş çavên me tê raxistin. Ew şerê ku dil û hinavê jinan şewitandiye. Ew şerê ku tu kes tê de hêsrên wan nabîne. Tevî ku her roj ji her beşa civakê yek derdikeve ser ekranan ango di quncikê rojnameya xwe de dinivîse jî dema ku tê bîryardayînê jin her gav li dû ye. Di wê qorziya ku ji mêran ve xuya nake daye. Di heman demê de di van çîrokan de dihêle ku em li eynîka giyanê xwe jî binêrin. Di hawara dayikên ku tu kes dengê wan nabihîze û çawa li hesabê serdestan tê wisa nîşan didin.
Di van çîrokan de metafora malê jî pir hatiye bikaranîn. Hem ji vê yekê mirov dikare derxîne ku nivîskar bîra rabirdûya xwe dikî hem jî wekî li xwe vegereke ku ji çawa ewlad ji hemêza dayikê derketiye ê dîsa bi vegerekê vê birînê der bike, jî dikare were xwendin.
Çawa ku di helbestên wê de hêmayên xwazeyê cih digirtin. Di çîrokan de jî me li erdnîgariyeke bindest bi awayekî bêrîkirin derdixe gerê. Û dihêle ku xwînêr bi destên xwe yên zindî cîhana gotinan û ya xwazeyê bipelîne û şewata di dil û hinavên wan de hest bike.
Di vê pirtûkê de gotin bi per û bask dibin û ber bi cîhana xwînêr ve bi firê dikevin. Geh bi baskên xwe yên tûj yên ku ji gotinan pêk hatine dilê mirov xwîn dikin geh jî bi sivikahiya xwe deriyê çîrokên ku dayikên me di zaroktiyê de digotin bi ber dilê me dixîne. Di van çîrokan de karekterên wê teyrikên bihuşt û dojehê ne. Bi qasî ku bihuştê di çavên xwe de dihewînin heman demê agirê dojehê jî gur dikin.
Ristika morîkên rengîn ku her yek di can û cesedê zarokên rûheyv, bejnroj, awirazman û dilxwaze de ji hemêza dayikan digindirin; newalên kujeran, çiyayên xwînxaran, deştên û bêriyên talankaran û çemên ku bi qirêjiya xwe herimandin e belav dike. Belê belav dike da ku rojekê li ser ristikekê dîsa rêz bibin û şên bên.
***
Nûçeya eleqedar:
- 'Ristika Morîkan' a Fatma Savci derket