Diyarname
BBC klîbeke du deqîqeyî ku ji bo alikariya Gazzeyê hatibû amadekirin neweşand.
Disasters Emergency Committe (Komîteya Alîkariya Lezgîn a ji bo Felaketê) klîbeke du deqîqeyî ya ku pê alîkiriyê ji bo Gazzeyê dixwaze amade kir û ji BBC (British Broadcast Corporation) west ku wê biweşîne. Digel hemû zordayînan jî BBC klîb neweşand.
Midûrê Giştî yê BBC Mart Thompson da zanîn ku ew hay ji trajediay li Gazzeyê hene lê di heman demê de dixwazin li ser pevçûnên li Rojhilata Navîn bêalî bin.
Kanalên wekî ITV, Channel 4 û Channel 5 jî gotibûn ew dê klîbê neweşînin lê li ser hewlên ji bo weşandin biryar dan ku klîbê biweşînin.
Her wiha televîzyona îngilîz Sky News jî bi daxuyaniyeke eşkere kir ku ew jî klîbê naweşînin.
Serokê Sky Newsê John Ryley got ku armanca wan ne ew e ku meşrûbûna alîkariyê nîqaş bikin, lê armanca wan ew e ku bêalîbûna xwe biparêzin. Ryley wisa got: "Li hemberî hemû aliyan bêalîbûneke cidî berpirsiyariya me ya rojnamegeriyê ye."


