Diyarname
Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di 21'yê sermaweza 2004'an de li Qosera Mêrdînê li ber mala xwe ji aliyên hêzên dewletê ve ligel bavê wî Ahmet Kaymaz hatibû kuştin. Şaredariya Qoserê ya DBP'yî peykera Ugur Kaymaz çêkiribû û navê wî li kolanê kiribû. Dewletê bi kayyûmê dest danî ser şaredariyê û niha kayyûmê ew peyker jî ji holê rakir.
Kayyûmê berê diya Kaymaz Makbule Kaymaz ji kar avêtibû.
Peyker di dema fitarê de bi kepçeyê ji holê hat rakirin û di dema rakirinê de polîsan derdor pêçabû, ne hişt kes dîmenê jî bigire.
Peykera Ugur Kaymaz ji aliyê mamoste Kamûran Aydogan ve hatibû çêkirin û di 4'ê gelawêja 2009'an de hatibû çikandin.
Tirkiye hatibû mehkûmkirin
Piştî kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz parêzeran doz biribû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û DMME'yê Tirkiye mehkûm kiribû.
**
Nûçeyên eleqedar:
- DMME'yê di doza Ugur Kaymaz de Tirkiye mehkûm kir
- Peykerê Ugur Kaymaz hat çêkirin