Diyarname
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di doza Ugur Kaymazê de ji xala îhlalkirina mafê jiyanê Tirkiye mehkûm kir. Dewleta Tirkiyeyê dê 70 hezar Euro tazmînata madî û manewî bide malbata Kaymaz.
Parêzera malbata Kaymaz Reyhan Yalçindag Baydemîr ji dadgehê re gotibû: "Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz li ber mala xwe bi awayekî plankirî û tekane sedem ji ber ku kurd bûn hatin kuÅŸtin" û ji bo vê yekê jî xwestibû ku mesele di çarçoveya xala 14'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) tu ev xal cudabûnê qedexe dike bê dîtin lê dadgehê ev daxwaz piÅŸtguh kir.
Daîreya 2'yemîn ya DMME'yê biryar da ku dewleta Tirkiyeyê xala 2'yemîn ya PMME'yê bin pê kirine û ji ber vê yekê Tirkiye mehkûm kir.
Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz di 21'ê sermaweza 2004'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn kuÅŸtin. Ugur Kaymaz wê çaxê diçû dibistana seretayî. Di otopsiyê de 13 gule di canê Kaymaz ê 12 salî de hatin dîtin. Bavê wî jî bi 8 guleyan hatibû kuÅŸtin.