Diyarname
Li Eyaleta Pradeş mîlyon û nîv kesî di 12 saetan de 66 mîlyon heb dar çandin û bi vê yekê rekor şikandin.
Li eyaleta Madya Pradeş a Hindistanê ji bo li qeraxa Çemê Namara daran biçînin kampanyayek dan dest pê kirin. Mîlyon û nîv kes beşdarî vê çalakiyê bû û 12 saetan dar çandin. Berê rekor di destê eyaleta Uttar Pradeş de bû û wan par bi ser 50 mîlyon hebî de dar çandibûn lê niha rekor ji destê wan hat girtin.
Li gor nûçeya BBC beşa tirkî Serokê Eyaletê Shirvraj Singh Chouhan got ku zarok û extiyar jî beşdarî çandinê bûne, çandin ji serê sibê saet 7 heta êvarê saet 7'an dom kiriye û di vê demê de 66,3 mîlyon heb dar çandine. Chouhan wisa got: "Ev rojek dîrokî ye. Bi van daran ne tenê xizmeta ji bo Madya Pradeş em ji bo hemû dinyayê xizmetê dikin.
Di kampanyayê de 20 cure dar hatin bikaranîn û ji bo dar baş kok bigirin qeraxa çem hilbijartine.
Di çarçoveya Peymana Parîsê ya têkoşîna li hemberî guherîna kişwerê de Hindistanê erê kiriye ku heta sala 2030 qadên xwe yên daristanî derxin 95 mîlyon hektarî.
Li Hindistanê sedî 24'ê axa wan daristan e û hikumet dixwaze heta 2030 vê derxe sedî 33'yan.


