Diyarname
Yek ji tîmên îtalî Juventus carek din rastî cezayê hat: Vê carê 10 pûanên wê hatin jêbirin.
Ji ber karên xapandina hesabên malî der barê klûba Juventusê de lêpirsîn hatibû vekirin. Û federasyonê cezayê jêbirina 10 pûanan lê birî. Juventus ku bi 69 pûanan bû piÅŸtî jêbirina 10 pûanan daket 59 pûanan û bi vê daket rêza 7'an.
Îsal 15 pûanên din ên tîmê jî ji ber vê yekê hatibûn jêbirin. Li Serîe A'yê Napolî bi 86 pûanan ÅŸampiyoniya xwe ragihandiye. Lazio 68, Inter 66, Milan jî xwedî 64 pûanan e. Li Serie A'yê vê hefteyê maçên hefteya 37'an dê bêne lîstin.
Juventus ku îsal 25 pûanên wê hatin jêbirin di du hefteyên mayî de dê bike ku bibe 6'emîn an 5'emîn ku bikaribe sala bê here Ewropayê.