Weþanxaneyên kurdan ên beþdarî Fûara Pirtûkan dibin diyar bûn
Cemil Oguz
Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal 31'emîn car deriyên xwe ji bo pirtûkhezan vedike. Fûara ku dê 17'ê mehê dest pê bike, heta 25'ê mehê dê vekirî be.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku li Tirkiyeyê fûara pirtûkan a herî mezin e her sal bi sedhezaran pirtûkhezî dike mêvanê xwe. Fûara ku ji aliyê TUYAP'ê ve bi þirîkatiya Yekîtiya Weþangerên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin îsal li dor 600 weþanxane û saziyên sivîl beþdar bibin. Di fûarê de li dor 200 çalakî wê lidar bikevin û bi sedan nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin. Her wiha ji derveyî Tirkiyeyê jî ji 40 welatan ajansên telîfparêz û nivîskarên mêvan dê di fûarê de amade bin.
Fûara ku her sal yekî/ê dike mêvanê/a xwe ya rûmetê îsal mêvana rûmetê Gulten Dayioglu ye. Dayioglu ku gelek pirtûk li ser zarokan nivîsîne, di fûarê de wê beþdarî panela li ser zarokan jî bibe. Her wiha li gor vê yekê li ser zarokan gelek panel, gotûbêj û çalakî jî hatine amadekirin.
Fûar her sal welatek jî dike mêvanê xwe. Îsal Hollanda wekî "Welatê Mêvan" hatiye diyarkirin û weþanxaneyên hollandî jî dê di fûarê de amade bin.
7 weþanxaneyên kurdan hene
Li Tirkiyeyê û Bakur nêzî 20 weþanxaneyên kurdan hene ku her sal pirtûkan pêþkêþî raya giþtî ya kurdan dikin. Lê ji van weþanxaneyan tenê 7 weþanxane di fûarê de standê vedikin. Weþanên Aram, Avesta, Lîs, Nûbihar, Pêrî û Vate ku sala borî jî hebûn, îsal jî standê vedikin. Ji van weþanxaneyan Weþanên ARAM di salon 2 nimreya 604 C de, Weþanên AVA di salon 2 nimreya 606 F de, Weþanên AVESTA di salona 2 nimreya 211 A de, Weþanên LîS di salona 2 nimreya 606 E de, Weþanên NÛBIHAR di salona 2 nimreya 608 D de, Weþanên PÊRÎ di salon 4 nimreya 121 de û Weþanên VATE jî di salon 3 nimreya 509 B de dê standê veke. Her wiha Weþanên Evrenselê ku ne kurd lê weþanxaneyeke çepgir e û bi kurdî jî weþanê dike dê di salona 3 nimreya 311 A de standê veke. Weþanên Evrensel digel kovara bi tirkî Evrensel Kultur, kovara kurdî-tirkî Tîrojê jî diweþîne û pirtûkên kurdî jî çap dike.
Tenê du çalakiyên kurdan
Îsal ji aliyê çalakiyan ve weþanxaneyên kurdan sist tevgeriyane. Di fûara par de nêzî deh panelên kurdan bi beþdariya bi dehan nivîskarên kurd li dar ketin lê îsal weþanxaneyên kurdan tenê du panel organîze kirine ku yek ji wan Weþanên Ava saz kiriye û yek jî Weþanên Evrenselê.
Panela Weþanên Ava ku bi navê "Çima" (22 Sermawez, Pêncþem, Salona Heybelîada, 17.15-18.15) hatiye organîzekirin, xwediyê weþaxaneyê Ronî War wê biaxive. Panela din jî ji aliyê Weþanên Evrensel û Kovara Tîrojê ve hatiye organîzekirin ku navê panelê jî "Pînokyo yekem car bi kurdî ye" ye. Di panelê de wê Turkan Tosun û Fehîm Iþik biaxivin (21 Sermawez, Çarþem, Salona Marmara, 17.00-18).
***
Nûçeyên eleqedar:
- Îsal çalakiyên kurdan kêm in
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye