Diyarname
Nivîskar û helbestkarê kurd ê êzîdî Çerkezê Reş roja 20'ê mehê li Ermenistanê jiyana xwe ji dest da.
Çerkezê Reş di sala 1955'an de li gundê Zvartnovsê ya ser bajarê Êşmîazîna Yêrîwanê tê dinê. Dibistana navîn û seretayî li wê derê dixwîne û di sala 1970'yî de dest bi Beşa Pedajojiyê ya Enstîtuya Yêrîwanê dike. Ew 5 salan li wê derê dixwîne û teza xwe li ser wêjevan û nivîskarê kurd Heciyê Cindî dike. Çerkezê Reş di sala 1980'yan de li heman derê wesfê doktoriyê werdigire.
Nivîskar û helbestvan Çerkezê Reş li ser edebiyat û zimanê kurdî gelek xebat kirine. Wî li Zanîngeha Yêrîwanê di Beşa Ziman û Wêjeya Ermenî de ders dida. Di heman demê de edîtoriya rojnameya Mezopotamya ku bi kurdî û ermenkî bû dikir. Du pirtûkên wî yên helbestan “Dû pa eşqî qîza şevîn” (ku wî ev wekî helbestên ciwaniyê bi nav dikin) û "Şorişa Xeberan" derketibûn. Her wiha wî sê parêznameyên Abdullah Ocalan wergerandin ermenkî. Çerkezê Reş endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bû nûnerê KNK'ê yê Kafsakyayê bû.
Çerkeşê Reş ku roja 20'ê adarê jiyana xwe ji dest da bavê du zarokan bû.
Cenazeyê Çerkezê Reş roja 24'ê adarê tê definkirin.
Foto: Cemil Oguz
Nivîseke li ser Çerkezê Reş: 'Qir li nifşê nivîskarên kurd ên li Sovyetê ket'