Diyarname
Li Geverê vê êvarê 3 erdhej li dû hev çêbûn. Di nav 30 deqîqeyî de bi meziniya 4,4, 3.5 û 4,5 erdhej çêbûn.
Li gor AFAD'ê vê êvarê saet 19.37'an de li kûrahiya 7 kîlometreyî erdhej çêbûye. Dûre saet 19.52 û herî dawî saet 20.06'an de erdhej çêbûye.
AFAD'ê di daxuyaniya xwe de got, "Li gor agahiyên pêşî rewşek xirab derneketiye holê. Lêkolînên me didomin."