Diyarname
Ji bo maçên koman ên Lîga Şampiyonan a UEFA'yê îro li Monacoyê pişke hat kişandin. Maçên Koman ên Lîga Şampiyonan îsal dê rojên 17-18'ê rezberê dest pê bikin û di rojên 10-11'yê berfanbara îsal de bi dawî bibin.
Di her komê de 4 tîm bi giştî di 8 koman de dê têkoşîna tîmên fûtbolê li dar bikeve. Di her komê de her du tîmên bibin yekemîn û duyemîn dê derbasî Dora 16'an bibin û tîmê sêyemîn dê derbasî Lîga Ewropa ya UEFA'yê bibe.
Ji Tirkiyeyê tîma tîma Galatasaray di nav koman de cih girt. Di pişkeyê de Galatasaray di Koma A de cih girt û PSG, Real Madrid û Club Brugge bûn reqîbên wê.
Vane hemû dom û tîmên di nav de dê bi hev re bilîzin:
Koma A: PSG, Real Madrid, Club Brugge, Galatasaray
Koma B: Bayern Munih, Tottenham, Olympiakos, Zvezda
Koma C: Manchester City, Shakhtar Donetsk, Dinamo Zagreb, Atalanta
Koma D: Juventus, Atletico Madrid, Bayer Leverkusen, Lokomotiv Moskova
Koma E: Liverpool, Napoli, Salzburg, Genk
Koma F: Barcelona, İnter, Borussia Dortmund, Slavia Prag
Koma G: Zenit, Benfica, Lyon, RB Leipzig
Koma H: Chelsea, Ajax, Valencia, Lille
Dîroka maçên din
Piştî maçên koman temam bibin maçên Dora 16'an dê bêne lîstin. Di vê darê de maçên yekemîn dê rojên 18-19'ê û 25-26'ê reşemiya 2020'an de, rovanşê wan rojên 10-11 û 17-18'ê adara 2020'an de bêne lîstin.
Maçên çarîk fînalê yên yekemîn rojên 7-8'ê avrêla 2020'an, rovanşê wan jî 14-15'ê avrêlê bêne lîstin.
Maçên nîv fînalê yên yekemîn 28-29'ê avrêla 2020'an û maçên d uyemîn jî 5-6'ê gulana 2020'an de bêne lîstin.
Û maça fînalê jî roja 30'ê gulana 2020'an de bê lîstin.