Mem Mîrxan
Bi qasî du tiliyên destan û dudo jî jê zêdetir zarokên me qetil kirin.
Dîsa mirin, dîsa kuştin, dîsa qetlîam.
Berî ku nasname bêne diyarkirin.
Dîsa dê şeş caran Amed,
Çar caran Mêrdîn
Û sê caran dê Colemêrg şehid bikeve.
Wê Qamişlo bi giranî birîndar bibe.
Wê Ûrmiye tevî rext û fîşegan mirî bikeve destê dijmin.
Wê mêjiyê Wanê li ser tahtên Qilabanê belav bibe.
Û Gever bibe goristana şehîdan.
Wê Gever , Cizîr, Şirnex… bişewite tevî zinar û lat.
Bi qasî tiliyên destên hemû kurdan,
Bi qasî tiliyên Asûrî, Suryanî û Keldaniyan,
Bi qasî Ermenên ji Kurdistanê barkirî jî zêdetir dê bimire Farqîn, Bismil û Baglar.
Bi qasî tiliyên destan û pêşiyên lingan, çar jî jê zêdetir dê û bavên şîn girê bidin.
Û niha wekî tiliyên dest û pêçiyên lingên hemû gelê kurd, tiliyên min hatine jêkirîn.
Hûr û pizûrî bûne.
Û hemû tiliyên cîhanê me nîşan didin.
Û hemû gelên bindest dibêjin:
“Kurdno! rabin êdî dor dora we ye!”