logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’
  2. Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist
  3. Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist
  4. Kûpayek gihîşt xwediyê xwe, diduyên din tên
  5. Partiyên kurdan hilbijartinên Şamê red kirin û şert danîn
news-details

Dilawer Zeraq: Em nikarin bêjin wergera ji bo kurdî kemiliye

  • Dîrok: 30/04/2017
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: ARGEŞ KAYA

Werger; ji bo dan û sitandina di navbera du ziman, çand, têkiliyên neteweyan de rêya herî têsîrdar e. Ev rê di roja me de xwe digihîne her parçeyek erdê li ser dinê û dibe sedem ku gelên ji xwe re li serê rawestgeh danîne bibin xwedî zanîn, têgihîştin, biyanînasîn û hwd. Ji ber vê yekê miletên li gor qaîdeyên derbasbar pêşketî tên hesibandin xwe bi xurtî dispêrin wergera wêjeyî û hewl didin li kîjan quncika dinyayê berhemeke wêjeyî heye li zimanê xwe zêde bikin.
Bêguman ev hewldan ji bo wêjeya kurdî jî tên kirin. Lê belê gelo ev yek di wêjeya kurdî de gihîştiyê kîjan merheleyê? Kesên wergerê ji bo kurdî nexasim jî ji bo kurmancî dikin çiqas têgihîştîne di van xebatan de? Di berhemên wergera ji bo kurmancî de gelo kirasê ziman çiqas li berhemê tê? Em bi nivîskar, wergêr û lêkolîner Dilawer Zeraq re ketin pey bersivên van pirsan. Zeraq dibêje: “Birçîbûnek heye, ev yek ne ji bo têrkirin û têrbûnê ye; ev reng birçîbûn ji bo hayjêbûn û bersivpeydekirinê ye ku ji pirsa ‘gelo kurdî çiqas û çawan têrî jiyana roja îroyîn dike?’ dizê."
Zeraq herî dawî pirtûka "Tutanamayanlar" a Oguz Atay wergerand kurdî.

Wergera ji bo Kurdî gelo xwe digihîne pirtûkên gelek zimanan. Li gor we merheleya wergerê, gihîştiye kemilînê yan hîn birçî ye?

Heke em di ser zimanên dîtir re vê pirsê binirxînin, em nikarin bêjin kurdî bi wergerê xwe digihîne gelek zimanan. Çendî ku di nava çar dewletan de ku kurd lê dijîn, zimanekî serdest heye û kurd wan zimanan –ji gelek hêlan ve ji kurdî zêdetir û xurtir-hîn dibin jî, dîsan ev gihîştin pêk nayê. Ji ber ku hem ji warê alfabeyê ve hem jî ji warê zimanê wan dewletan ve jêdûrbûneke bêhemdî xwe çêdibe. Em bêjin li rojhilatê Kurdistanê pirtûkeke afganî, a Xalid Huseynî a bi navê “Mistek Esman" werdigere ser kurdî. Ev werger li ser tîpên erebî ye û bakurî nikarin bixwînin. Her wiha, gava pirtûkeke Orhan Pamuk li bakur werdigere ser kurdî, kurdên başûr, rojava û rojhilat nikarin bixwînin. Her wiha, gava arîşeya zaraveyan jî dibe serbar, gelemşe bêtir geremolî dibe. Loma jî, em dikarin bêjin, kîjan parçe(kirî)yên kurd, bi çi awayî kelkê jê wergire, ew ji me re dibe kelkeke giştî ya ku ji parçeyan pêkhatî ye.

Herçî merheleya wergerê ye, ew berveyî rewşeke ne baş diçe. Ji ber ku werger û wergêrî bi xwe şax û disîplîneke taybet e ku li ser gelek xebatên akademîk hatine kirin û ezmûneya dinyayê jî li ber çavan e. Lê li ba me kurdan, ev girîngî xweşikî nehatiye famkirin da em karibin pûteyeke hêja pê bidin. Wekî mînak; li bakur, çi kesê ku bi du zimanan, kurdî-tirkî bizanibe, xwe li wergerandinê radikişîne. Û em qeydeyên gramatîk û rastnivîsînê bihêlin li hêlekê, di gelekan de, şikestineke mantiqa zimanî derdikeve holê. Ev cure şikestin bêtir di gotinên qalibî û biwêjî de derdikeve pêş. Û em bêhay dibêjin qey bera jî ew awa gotin di kurdî de heye û mantiqa zimanekî dîtir di zimanê xwe de bi cî dikin û ev yek bi rêya wergerê li nav xelkê berbelav dibe. Wekî mînak, gotina qalibî û biwêjî a “vala derxistin”, bi taybetî di çapemeniyê de, pir zêde û berbelav tê bikaranîn. Ev gotin a tirkî ye û “boşa çikarmak” e. Û di kurdî de gelek gotin henin ku beranberî vê gotinê ne. Wekî mînak: “Bi avê de birin-Bi erdê ve teqandin-Li ber bê xistin-Li tewşê birin” Ez nizanim ka ev gotin kîngê ji tirkî û bi vî awayî bo kurdî hat wergerandin, lê îroj ev awa gotin -ne ku rûniştiye- di kurdî de çûye xwarê… Mixabin li şûna ku em wergerînin em werdigerin…

Em di vê rewş û qonaxê de nikarin bêjin wergera ji bo kurdî kemiliye. Birçîbûnek heye, ev yek ne ji bo têrkirin û têrbûnê ye; ev reng birçîbûn ji bo hayjêbûn û bersivpeydekirinê ye ku ji pirsa “gelo kurdî çiqas û çawa têrî jiyana roja îroyîn dike?” dizê. Her wiha, hewldaneke hêja jî heye ku kurdî dixwaze bi rêya wergerê sînorên çembera xwe di hundirê xwe de li xwe firehtir bike û zerengî û kapasîteya xwe di demê de asêmayî derxîne rastê û bêtir bike.

Di demên dawî de hin nivîskarên kurd pirtûkên ku dinivîsin bi çend zimanan zanibin bi wergera wan re wan diweşînin. Xebatên bi vî rengî çi li kurdî zêde dikin an kêm dikin?

Helbet ev yek tercîhek e. Belê divê ku pirtûkên kurdî jî bo zimanên dîtir wergerin, lê ne ku bibe qiseta “bi xwe lêxe bi xwe bilîze.” Ji ber ku bi taybetî li bakur, pirtûkên kurdî ku ji bo tirkî werdigerin, dîsan ji alî kurdan ve têne xwendin. Û xwendevanên tirk, heta ku rexengireke/î wan behs ji pirtûka kurdî nekin, zû bi zû xwe nêzî wergereke ku ji kurdî hatiye kirin, nakin. Helbet ev rewş refleksîv e û xwedî paşxaneyeke zexm û dîrokî, polîtîk û sosyo-psîkolojîk e.

Heke bi rêya wergerê ziman û çanda kurdan were nasîn û nasandin, bêguman ev yek dê pir tiştan ji kurdan re bîne. Lê belê, herçî wek bakur, heta niha jî me bi xweşikî ev yek nedît. Tew gava kew li darê bikeve û hin nivîskar an jî rexnegirên zimanê tirkî behsa wan wergeran bikin jî, heta ji wan tê xwe ji zengînî û xurtî û paşxaneya kurdî dûr dikin û bêtir di ser re behsa tiştan dikin ku ev yek jî ji hêjayîdanê zêdetir, kêmdîtinek e. Loma jî, çendî ku ez alîgir im ku pirtûkên kurdî jî bo zimanên dîtir bên wergerandin jî, ew çend ne hêvîdar im ku dê ev werger, di van dem û qonaxan de, bibin rê û sedem ku kurdî û wêjeya kurdî parekî zêde bigihîje heqê xwe û di dinyayê de xweşikî bê nasîn. Ji ber ku kurdî hê jî ne zimanê pergal û sazûmaneke dewletî ye û hê jî di gelek waran de wekî zimanê gelekî, neteweyekê nehatiye zanîn û nasîn.

Kirasê kurdî nexasim jî yê kurmancî di wergerê de gelo li zimanê din tê kirin. Ango werger ji xwezaya zimanan tiştekî cuda ye?

Helbet… Heke mebest ji wergerê wêjeyî be, her werger hinekî û bêhemdî xwe ji orîjînalê dûr dikeve. Ji ber ku paşxane û çand û rihê her zimanekî xweserî xwe ye, gelek tişt hene ku rasterast li hev nakin. Loma jî, gava berhemeke wêjeyî bo kurdî bê wergerandin, di hin waran de kirasê kurdî lê tê kirin.

Wergera ji xwezaya zimanan cuda û dûr nîn e; bes rihê wan zimanan xwe dispêrin çanda ku di dîrokê de stewiyane û şax berdane. Ziman dîsan jî navgîna sereke ye û dihêle ku werger bê kirin. Lê hewce ye di wergerê de rêzgirtinekê ji bo ziman bê dayîn. Ev qayde û rêzika rêzgirtinê ji bo her du zimanan jî li dar e. Yanî me divê em li ser navê werger û wergerandinê zimanan neêşînin, neherifînin û wan ji rihê wan nexînin. Rihê zimanan ku ez behsê jê dikim, bi temamî xwezaya zimanan e û ew ji avabûna xwe û bi vir de ye wisan û bi wî rengî hebûne. Loma jî, ne girîng e ka em çend ziman dizanin û pê wergeranê dikin, girîng e ku em dikarin rihê çend zimanan bigihînin hev û dikarin wan zimanan, di nav xwezayeke hevpar de, çi qas rengîntir bikin.

Carinan em li rastî rexneyên ji bo zimanê çapemeniyê tên. Gelo tu çawa dibînî çapemeniya kurmancî pirsgirêk tene bi ziman re sînordar e?

Serê pêşîn divê bêjim, ez ji karê rojnamegeriyê qet fam nakim û rexneyên ku min car caran lê dikir bi tenê ser mantiqa zimên bû. -min xwe ji wê reftarê jî dûr xist…- Û min ev yek ji bo çapemeniya ku ji bo bakur kar dike û nûçeyan belav dike, dikir. Helbet ancax kesên rojnameger û pisporên vî karî dikarin pirsgirêk û gelemşeyên rojnamegeriya kurd biçespînin û rê û rêçikên çareseriyê bidin ber xwe. Loma jî ev yek ji zanebûn û hedê min der e.
Îcar, kurd, ne xwedî dibistanan in, kêm kes hene ku wêjeyê dixwînin û para herî zêde kurdan bêtir çapemeniyê dişopînin, agahiyên der heqê qewaman û der heqê xwe de ji wir digirin. Û çapemenî, digel wêje û dibistanan, hêza sêyemîn a xurt e di parastin, rastbikaranîn û hînkirina zimanekî de. Loma jî sedema rexneya min a li ser hin nûçeyan ew bû ku; car caran, nûçe û şîrove rasterast ji wergera zimanê tirkî û bi qalib û mantiqa tirkî dihat kirin. Ev yek dibû sedem ku kurdî biêşe. Belê, wekî dildarekî kurdî, rihê kurdiya min diêşiya… Heke wekî mînak bêjim; di nûçe an jî şîroveya xwe de, komegotineke bi vî rengî bi lêv dibû: “mijara gotinê.” Ev komegotin rasterast ji “soz konusu”ya Tirkî dihat wergirtin. Lê belê di nava gel de, komegotinên wekî “ketin behsê-hatin behsê-behsê gotinê-behsê xeberê” hene û zindî tên bikaranîn. Rexneyên min kirî bi temamî li ser van awa û rengan bû; û armanc li ser tem û niyeta erênî û çêkirinê danandî bû.   

Hin ciwanên li rojavayê welêt bi wergerên xwe balê dikişînin. Bi pêşketinên li Rojava re jî girêdayî; gelo ev xebat hêvî ne ji bo siberojê?

Helbet xebata ku wan daye destpêkirin, hêjayî gotin û balpêdanê ye. Bi wergera ku ew dikin û ew ê bikin, gelek gotin ji gencîneya kurdî a rojavaya welêt ji bin axa demê derkeve holê. Ji ber ku çavkaniya sereke ya wergerê, ziman e. Zimanê ku jê tê wergerandin, di hin awayan de alîkarî ji bo zimanê ku lê tê wergerandin dike. Dibe sedem ku zimanê ku lê tê wergerandin, zorê bide sînorên xwe, lêkolînan li ser zimanê dîtir bike da ku karibe ji mebesta zimanê ku jê tê wergerandin re bibe bersiv. Loma jî, wergera bi xebateke sîstematîk û li ser pergaleke rûniştandî, dibe sedem ku ev kar û xebat, heta jê tê, xwe ji kêmasiyan dûr bihêle. Her wiha, xuya ye ku xebata li rojavaya welêt dest pê kiriye, li ser vê pergalê ye û dê bi hişberiyeke sîstematîk bimeşe û hem pir balkêş e û hem jî pir girîng e ku beşek ji wan wergeran li bakur bi tîpên latînî çap dibin û em bakurî rasterast dikarin wan bixwînin û bi vî awayî, bi rêya alfabeyê, her du parçewelêt zûtir digihîjin hev. Û ez dikarim bêjim, hêviya ku ji bo siberojê heye, bêtir di vê yekê de şîn dibe ku; kesên ev kar dane pêş xwe û li xwe kirine xebata zimanê kurdî û paşxaneya neteweyî, ciwan in. 

Wekî pirsa dawî Dilawer Zeraq niha bi çi re mijûl e.?

Ev demek e ku ez hem li ser ziman hem jî li ser sosyolojiya wêjeyê xebatên akademîk dikim. Loma jî min tezeke masterê nivîsî. Mijara teza masterê li ser Kovara Hawarê ye û piştî demekê ez ê bidim ber çapê.

Yenî Ozgur Polîtîka 

Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Demîrtaş: Di her mercî de emê têkoşîna xwe bidomînin (girtina HDP'yiyan, hat nûkirin)

ad

Di 39 saliya xwe de peyman nû kir

ad

KCD: Ji bo Rojava kompanyayê berfirehtir bikin

ad

Kawa Nemir Li Tuşe Mîmoza ye

ad

Hevdîtina BDP û TUSÎAD'ê pêk hat

ad

Emmy, Oscarên televîzyonê hatin belavkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

  • 21 05 2026
news

Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist

  • 20 05 2026
news

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

  • 21 05 2026
news

Kûpayek gihîşt xwediyê xwe, diduyên din tên

  • 21 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname