Diyarname
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi armanca balê bikişîne ser ambargoya li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku komkujiya li ser Rojava her ku diçe mezin dibe û ev tişt got: "Gelê Rojava hem ji hêla rejîma Esad ve û hem jî ji hêla çeteyan ve rastî êrîş û komkujiyan tê. Ambargoya ku niha Îsraîl li ser Gazzeyê dide meşandin, hikumeta AKP'ê jî li ser rojavayê Kurdistanê dide meşandin. Hêzên girêdayê Esad bi operasyonên hewayî êrîşê kurdan dikin, çeteyên ku ji hêla dewelta tirk ve jî ten perwerdekirin li bejahî ve êrîşê kurdan dikin. Pevçûnên ku li Serêkaniyê diqewimin jî minakên vê hovîtiya li dijî kurdan e."
Di daxuyaniya ku li dijî êrîşan banga yekitiya neteweyî hatkirin de ev tişt hat gotin: "Gelê rojavayê Kurdistanê di serî de ji çar parçeyê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê yên ku li dijî nirx û destkeftiyên gelan bi hurmet e, piştgiriyê dixwaze. Piştî vê bangê li çar parçeyên Kurdistanê kampanyayên piştgiriyê hatin destpêkirin; lê divê ev kampanyayên ku behsa wan tên kirin hê zêdetir bên berfirehkirin. Ji bo vê, divê ev kampanya li hemû navçe û bajaran bên destpêkirin û bi awayekî rêk û pêk bên kordînekirin. Ev alîkariyên ku li navçe û bajarên me tên herhevkirin divê li gorî beşên wan bên pakêtkirin û bi rêk û pêk bên şandin. Alavên ku wê bên berhevkirin, dê teslîmê Şaredariya Nisêbînê bên kirin"
BANGA SERFERBERIYA HAT KIRIN
KCD'ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de bang li gelê kurd kir ku divê kampanyaya ji bo Rojava bê berfirehkirin û ev tişt hat gotin: "Gelê Rojava niha li dijî hemû êrîşan berxwedaneke bêhempa dide meşandin, ji bo wê jî alîkariya ji bo Rojava peywîra me ya sereke ye. Divê gelê me li hemû deverên Kurdistanê û li cihên cuda, vê kampanyayê berfireh bikin. Divê ev peywîra mirovahî ji hêla hemû kesên dibêjin ez demokrat û mafên mirovan diparêzin û bi taybetî jî ji hêla gelê kurd ve bê berfirehkirin. Em bawerin dê gelê me nanê li ser sifreya xwe bi gelê Rojava re parve bike. Em bang li gelê xwe dikin divê beyî ku demê winda bikin, xwedî li kampanyaya ku ji hêla Şaredariya Nisêbînê ve hatiye destpêkirin derkevin."