Diyarname
16 salên bê navber û serketî li Barselonayê derbas kir. Bû efsaneyê tîmê. Dema ji wir veqetiya û berê xwe da Japonyayê 80 hezar kesî ew oxir kir. Û niha 39 salî ye û peymaneke nû girê da. Em qala lîstikvanê fûtbolê Iniesta dikin.
Andres Iniesta di sala 1984'an de li Fuentealbilla ya SPanyayê hatiye dinê. Di sala 2001'ê de li tîma jêrîn a Barselonayê Barselona B'yê dest bi fûtbolê kiriye. Di sala 2002'yan de derbasî Tîma A bûye û heta 2018'an formaya Barselonayê li xwe kiriye.
Efsaneyê Barselonayê di sala 2018'an de transferê tîma Vissel Kobe ya Japonyayê bû. Û niha ligel tîma Emirates Club a Mîrektiya Ereban a Yekbûyî peyman girê da.
Iniesta ji bo salek peyman girê daye û sala bê bixwaze dê dirêj bike.
Iniesta di dîroka xwe de carek Kûpaya Cîhanê ligel Spanyayê girtiye. Ji bilî vê 9 caran li La Lîgayê bûye şampiyon û tam bi temamî 37 kûpa girtine.
Van salên dawî gelek lîstikvanên navdar berê xwe dan cîhana ereban. Di serî de Cristiano Ronaldo, Karim Benzema, Roberto Firmino û gelekên din. Û niha jî Iniesta.