Diyarname
Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ku 45'emîn sala xwe pîroz dike bi piştgiriya Koma Eczacibaşi projeyek nû da d est pê kirin. ÎKSV dê qertek bi buhaya 250 TL ku ji bo di hemû xebatên çandî yên ÎKSV'ê de bê bikaranîn bide 1000 (Hezar) xwendekarên di navbera temenê 18-25'an de.
Li gor daxuyaniya ÎKSV'ê salên bê dê hejmara wendekaran bê zêdekirin. Ji bo bidestxistina vê qertê divê xwendekar serî li ÎKSV'ê bidin. Serîlêdan 23'yê vê mehê dest pê kir û heta 11'ê meha pêşiya me didome.
Ji bo serîlêdanê:
http://kultursanatkart.iksv.org/
--


