Diyarname
Niha rayedarên navendî yên HDP'ê kûr kûr difikirin ku dê li Amedê çawa mebûsan bi dest bixin. Mesele ev e:
Li Amedê 12 mebûs hene. Heta niha HDP'ê 10 heb derdixist, lê vê carê rewş zor dixuye ji ber ku;
Seroka Îyî Partî Meral Akşener dibêje "Emê li Amedê mebûsek, belkî diduyan derxin" (Hevpeyvîna kanala Foks TV). Îyî Partî li Amedê Mehmet Salim Ensarioglu (mebûsê DYP'ê yê berê) di rêza yekem de nîşan daye.
AKP dibêje emê du sê mebûsan derxin.
CHP bi gotinên nû xwe nêzî kurdan dike û dixwaze ji Amedê yekî derxe.
Berendamê Partiya Saadetê Haşîm Haşîmî (berendamê AKP'ê yê berê) ji Amediyan her yekî rêyek bi deyn xwest û SP bi vê dixwaze yekê derxe (daxuyaniya wan a îro ya li Amedê).
Huda-Par dixwaze derxe,
Hak-Par bi berendamên serbixwe dikeve hilbijartinê, dixwaze ji Amedê mebûsekî derxe...
Dema em van hemûyan bidin ser hev ji bo HDP'ê mebûs namînin. Niha navenda giştî ya HDP'ê li hev civiyaye û kûr kûr nîqaş dike ka dê çawa bikin...
Niha rewş ev e "sayin seyirciler"...
...Her ku agahiyên nû bên emê ragihînin, li bendê bin...