Diyarname
Kovara navdar a îngilîz Vogue di hejmara tîrmehê de tiştek nû çêkir. Kovara ku wêneyên navdaran dixe berga xwe di hejmara peşiya me wêneyê sê jinên ku di serdema koronayê de ji mecbûrî korên xwe didomandin xist bergê xwe. Ew jî yek hemşîre, ya din ajokara metroyê û ya sisêyan jî xebatkareke marketê ye.
Şef edîtorê kovarê Edward Enninful got ku wan xwestiye cih bide jinên dilpola û yên ku alîkariya hinên din dikin.
Ji sala 2017'an ve modelê berê, kesê ji Ganayê, Enninful ku ew bi xwe mêr û ne kesek spî ye kovarê bi rê ve dibe ku ev yek di dîroka kovarê de gavek nû ye.
Wî jî wisa gotiye: "Ger sersalê we ji min re bigota di meha tîrmehê de dê hemşîreyeke, ajokareke metroyê û xebatkareke marketê dê bikeve berga kovarê min dê bawer nekira. Lê dema me li hemberî Covid-19 ber xwe da me pişta xwe da van mirovên ji rêzê û awarte."
Wêne ji aliyê Jamie Hawkesworth ve hatine kişandin. Hemşireya li aliyê rojhilatê Londonê dixebite Rachel Millar, Narguis Horsford ku li metroya Londonê dixebite û xebatkara marketeke li Londonê Anisa Omar di berd de dê cih bigirin.



