Diyarname
Li Mêrdînê 5 kurdên ji Duhokê hatibûn kuştin. Bi sedema vê kuştinê 4 kes hatin girtin.
19'ê mehê li Mêrdînê di êrîşeke çekdarî de ji Duhokê 5 kesên bi navên Hindirin Abdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63), Abdullah Salih Mustafa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) hatibûn kuştin. Li ser bûyerê 5 kes hatibûn binçavkirin. Îro ji wan 4 kes hatin girtin.
Kesên bersûc bi navên F.A., A.K., Ç.B., M.Y. û M.Ş. derxistin Edliyeya Mêrdînê. Ji van M.Ş. bi şertê kontrola edlî hat berdan, ên din hatin girtin.
A.K'yê kesê bi navê F.A wekî "alîgirê dewleta kûr" bi nav kir û îdîa kir ku wî ew 5 kes kuştine.
F.A jî di îfadeyê xwe de gotin eku A.K'yê gule bera wan dane.
***
Nûçeyê Eleqedar: