Diyarname
Li El Salvadorê Serokdewlet Nayib Bukele zagon guhart û bi vê yekê êdî dikare bê dem bibe serokdewlet. Armanc jê ev bû jixwe. Loma jî di 3 saetan de Zagona Bingehîn guhartin.
Bi vê guherînê de dema hilbijartina serokdewletî ji 5 salan derxistin 6 salan, li aliyê din rê dide ber ku çiqas bixwaze dikare bibe berendam. Her wiha ji bo hilbijartina serokdewletî, hilbijartina dora diduyan jî betal kir.
Ji Partiya Fikrên Nû (Nuevas Ideas-N) mebûsek ji bo guharîna Zagona Bingehîn pêşniyarname da meclisê. Ev partî, partiya Bukele ye. Pêşniyar hat komîsyonê û di 3 saetan de hat erêkirin.
Li El Salvadorê hilbijartina bê di sala 2029'an de bû, ev ber bi pêş ve, kişandin sala 2027'an. Serokê Meclisê Ernesto Carsto ev guherîn wekî "Serketina demokrasiyê" bi nav kiriye û gotiye,"Rêberek çiqas li ser desthilatdarî be gel bi xwe dê biryarê bide." Berevajî vê fikrê 3 mebûs dij derketine. Yek ji wan Marcelo Vilatoro gotiye, "Îro li El Salvadorê demokrasî mir."
Serokdewletê El Salvadorê Bukele piştî hat ser kar bi kurtedemek di sala 2020'î de bi leşkeran bi ser meclisê de girtibû, mutefîşê xwe tayînî ser Dadgeha Zagona Bingehîn û serdozgeriyê kiribû. Vê dadgehê par şiroveya Zagona Bingehîn guhartibû û cara didiyan rê li ber serokdewletiya Bukele vekiribû.
Li EL Salvadorê desthilatdarî her ku xurt dibe saziyên sivîl lawaz dibin. Di mehên borî de piştî girtina du muxalifan nêzî 100 rojnamegerî welat terk kir. Meha borî jî rêxistina mafên mirovan a herî mezin a welat xebatên xwe dan rawestandin.
Ji Euronewsê hatiye girtin


