Suleiman Sulevanî
Di vê meha dawî de, ji sala 2016 gelek rûdan, bûyer, civîn û danustendinên ku dîrekt peywendiya wan heye bi statu û pêşeroja Kurdistanê; çêbûn. Germî û girîngiya van civînan ew e ku girêdaneke yekser heye bi serxwebûna Kurdistanê û avabûna dewleta kurdî.
Yek ji wan, Konferansa Zankoya Emerîkî li Kurdistan/ Duhokê bi navê: Pêşeroja Serxwebûna Kurdistanê, asteng û delîve (15-16/12/2016). Ev konferans yekcar girîng bû ji gelek aliyan ve wekî dema konferansê, beşdarên konferansê û mesajên ji wê konferansê derketin. Ew konferans mesajeke eşkere bû, ji bo her kesekî ku êdî kurd gihîştine wê baweriyê bi cidî, bê tirs û bê şerm daxwaza mafê xwe yê xwezayî bikin, daxwaza dewleta xwe ya netewî bikin.
Helkevta duwem, Roja Alaya Kurdî ye ku kurd her sal di 17 desember de Ala Rengîn pîroz dikin. Çalakî û aktîvîteyên cuda cuda çi li Kurdistan û çi li derveyî welat hatin lidarxistin û bi wan çalakiyan miletê kurd mesajeke din ya bi wate da aliyên peywendîdar bi pirsa kurdî ve ku milet daxwaza dewleta xwe dike.
Digel gemiya gotûbêja serxwebûna Kurdistanê dagikerên Kurdistan jî bi germî civîn û danûstendinên xwe dikin û bi dek û dolaban dixwazin rê li ber avabûna vê dewleta kurdî bigrin.
Yek ji wan, projekta lihevhatina hêzên Şîî û Sunî bû ku van rojan li Iraqê hat lidarxistin. Serokên hêzên Şîî û Sûnnî eşkere anîn ziman ku ew gereke nakokiyên xwe yên navxweyî li aliyekê danin û yekîtiya axa Iraqê biparêzin û bêguman mebest û tirsa wan ew e ku Kurdistan ji destê wan dernekeve. Iraq dewleteke lawaz û têkçûye lê cardin ew qet ne amade ne rêz li vîyana miletê kurd bigirin. Ammar Elhekîm, Serokê Hevkariya Şîî dibêje: ”Me têgehîştineke mezin dît nav hevkariya hêzan û partiyan, û em rê nadin şerekî navxweyî yan cudabûnê”*. Û paş berdewam dike û dibêje: ”Ev lihevhatin wê herêma Kurdistanê jî bigre nav xwe.” Ev kesatiya ereb hin derdorên kurd wî wekî dostekî kurd nîşan didin.
Bûyera duyem, civîna sêqolî navbera Rusya, Tirkiye û Îranê li Moskow. Digel ku balyozê Rusya rojek berê li Enqere hatibû kuştin bi destê polîsekî tirk lê digel hindê jî ew rûdan nebû rêgir ku ew civîn neyê lidarxistin. Civîn li ser Sûriye bû lê naverokeke sereke jî kurd bûn. Derdê Tirkiye û Îran ew e ku kurd bi giştî û bi taybetî li Rojava nebin xwedî maf û statu.
Bûyera sêyem, civîna Rusya bi opozîsyona Sûrî li Hemîm. Di wê civînê de hatibû gotin û bi taybetî jî bo kurdan ku yekîtiya axa Sûriye wê bimîne û Sûruye wê vegere mîna berê. Piştî DAIŞ, ji bo kurdan dibe hin azadî di warê ziman û rêvebirina bajaran de hebe. Êdî ew ê hewl bidin navê Rojava jî nemîne belku binavkirina wê wekî bakurê Sûriye û vaye ew binavkirin dikeve praktikê jî!
Niha kurd di demeke yekcar nazik û dijwar de derbas dibe û dibe ev delîva dawî be ku kurd bibin tiştek, bibin xwedî statu û dewleta xwe ya netewî. Di dîroka kurdan ya dûr û nêzîk de gelek delîve ketine destê kurdan lê mixabin kurdan bi destê xwe ew delîve têkbirine û jidestdane. Û di her carê de kurd sedema û guneha têkdanê têxin stûyê dagikeran û hêzên mezin wek Rusya û Emrîka. Helbet rastîyek di wê dîtinê de heye lê sedema serekî ne ew e belku kurd bi xwe ne.
Van rojan digel germiya gotubêja ser serxwebûna Kurdistanê mirov baş dibîne ku cardin kurd ketine gewriya hev, gefa li hevdu dikin, mêratiyê li hevdu dikin, hevdu biçûk û kêm dikin. Hinek ji wan partiyan ajendayên dijiminên kurdan xistine ser milê xwe û aşkere bê şerm berevaniya dagirkerên xwe dikin. Tiştek nemaye ev delîve jî ji destê kurdan derkeve. Kes nikare harîkariya kurdan bike ger ew bi xwe harîkariya xwe nekin, nebin yek di xalên giştî de wekî serxwebûnê û ala kurdî.
Vê carê, kurd nikarin wê gunehê bêxin stûyê kesekê, şaşî û guneha herî mezin ya kurda e. Her kes vê rastiyê dizane û beloq dibîne. Di konferensa pêşeroja serxwebûna Kurdistanê de ev yek bi zelal hat dîtin. Beşdaran bi giştî, çi politikvan, çi diplomat û çi lêkolînvan anîn ziman ku YEKÎTIYA kurdan xala herî girîng da kurd biserkevin û dewleta xwe ya netewî ava bikin. Hemû fakterên din di girîngiya xwe de li paş dimîne û girîngiya xwe winda dike hember fakterê serekî YEKÎTIYA kurdan û YEKBÛNA kurd di hêla serxwebûnê de.
Bila dîtinên cuda hebin û wê her hebin û gereke jî hebin lê kesê dij serxwebûna Kurdistanê derdive, ew êdî nabe dîtin belku dibe dijminatiya mafekê xwezayî yê netewîye û tu ferqa wê helwestê ji ya dagirkerekê Kurdistan nîn e. Ew bi wê helwesta dijminane de, xwe ji mirovatiyê dûr dixe. Mafê serxwebûnê mafekê sirûştî ye û wekî di Konferansa Amerikî de jî hat diyarkirin ku ew maf nayê dayîn belkî tê stendin. Bila kes li benda Gandiyekî tirk, ereb yan faris nebe ku Kurdistana serbixwe pêşkêşî kurdan bike. Bila siyasetmedarên kurd ne xwe û ne miletê kurd bixapînin. Ew dema xapandinê derbas bûye, kurd nema tên xapandin herçend ”serokatiya” hin partiyan berjewendiya partî û kesatiya xwe ji berjewendiya Kurdistan pîroztir dibînin, mixabin!
Gereke şefafî û tranperentî hebe di siyaseta kurdan de, milet bizane çi li benda wî ye û danustendinên wan digel dagirkeran çawa bi rê ve diçe, danûstendinên navbera partiyên kurdî de û di pirsa serxwebûna başûrê Kurdistanê de ku niha aktuel e, kîjan partî li ku ye, kî li ku dimîne û çawa bîr dike di pirsên çarenûsaz de. Rastiya rewşa aborî çi ye û gelek pirsên din. Kes nabêje ku rêya serxwebûnê hêsan e. Dijwarî û zehmetî wê hebin lê serxwebûna Kurdistanê hêjayî hemû fedekariyan e û milet amade ye fedekariyên mezin bide di wê rêyê de. Jixwe fedekariya kurdan daye ji bo welatek azad û serbixwe di nav miletan de kêm nimûne hene wekî wan. Gereke kurd pragmatîst bin, konstruktîv bin û amade bin kompromîsan bikin lê bêguman ne ser hesabê serxwebûna Kurdistanê. Prosesa serxwebûnê ne pêwîst e dirêj bike û ne hewceyê REFEANDOMê ye, her kes dizane kurd çi dixwaze di pirsa dewletê de.
Xirabtirîn desthilata kurdî wê baştir be ji baştirîn dewleta dagirker. Û wekî Serokê Desteya Rêvebir ya Universiteya Amerîkî li Duhokê got: ”Rîska ne avêtina gava serxwebûna Kurdistanê ji avêtina wê mezintir e.” Ez wê gotinê gelek rast û di cih de dibînim, tiştekê ku kurd winda bikin nîn e. Dijbera wê rast e, ne avêtina gava serxwebûnê wê hemû xirabiyan bîne ser serê milletê kurd.
Pêwîstiya me kurdan bi siyasetmedarên aza, fedakar û rastgo heye, ew kes ê bibin pêşeng û serkêşîya serxwebûnê bikin berev giraveke hêmin. Lê gereke intelektuel, nivîskar û zanayên kurd jî bi rola xwe bilîzin, mirovên ku bikarin bibin destek alîkar, mûm û şemalek di rêya serxwebûnê de, kesên aza ku berjewendiya milet li ber çavên xwe bigrin û wê di ser her bejewenidiyeke din re bibînin. Kesên ku biwêrin rexne li partî û siyasetmedarên ku şaşiya dikin û berjewendiya miletê kurd dixin metirsiyê. Bi taybetî jî ew kesên di nav wan partiyan de kar dikin yan xwe nêzikê wan partiyan dibînin.
Xwezî min bikariba bigota ku hemû partiyên kurdî daxwaza dewleta kurdî dikin û ji bo wê ji dil xebat dikin lê mixabin rastî ne li wir e. Me bivêt nevêt partiya serkêşiya dewleta kurdî dike niha PDK ye. Ev yeke bi partiyên hevrik nexweş tê. Erê, şaşiyên PDK hene lê çi partiyeke kurdî nîn e ku şaşî nekiribe. Mirov rastgo be gereke başî û xirabiyan bibîne û behsa şaşiyan jî bike gereke bi mebesta avakirinê bike ne ji kerb, kîn û tolehildanê bike.
Du tiştên herî baş PDK kiribe di van salên dawî de ev in: yek heramkirina şerê xwekujiyê ye (kêfa min ji gotina birakujiyê nayê çûnkî bira bira nakuje) û ya duyem jî serkêşiya serxwebûna Kurdistanê ye. Ev rêzgirtineke ji bo kesên di wê rêya pîroz de canê xwe feda kirine ji bo Kurdistaneke serbixwe, kesên bêguneh ku bûne qurbanî zilma dagirkeran tenê ji ber kurdbûna xwe. Erê, ev helwesta rast, hêviyeke dide miletê kurd ku kurd jî dikarin bibin xwedî dewlet, xwedan al û pasport. Kurd hêjayî nasnama xwe ya netewî ye wekî her miletekê din. Mirov bi wijdan be, nikare destxweşiyê li wan neke di van herdu xalan de.
Dijber û rexnegirên PDK dibêjin ku PDK vîya ne jidil dike belku tenê wekî taktîk ji bo bazara navxweyî dike. Em bibêjin ew raste, taktîk e! Gelo çima partiyên din wê taktîkê nakin, konkuransê digel PDK nakin, projeyên baştir pêşkêş nakin û daxwaza serxwebûna Kurdistanê nakin? PDK dizane ku miletê kurd tîniyê azadiyê ye û miriyê Kurdistaneke serbixwe ye. Ew dewleta kurdî wê ne tenê kurdan biparêze belku wê bibe serfirazî û serkeftineke bêhemba mezin ji bo kurdan û navê wan kes û partiyan jî wê bikeve dîrokê. Digel PDK’ê, YNK’ê jî daxwaza serxwebûnê dike, herçend ne ewqas bi germî xwe nêzikî projeya dewleta kurdî dike. GORAN û hin partiyên din projeyên wan ji bo dewleta kurdî tune, ew rexne li PDK digrin û tenê şaşî kêmasîyên wan dibînin û gereke mirov li vir bêje ku hin rexneyên wan rast in û di cih de ne. Helbet hebûna GORAN wekî opozîsyon pir girîng e nexasim ger mebesta wan pêşveçûna kurd û Kurdistan be. Lê di civateke saxlem û pêşketî de nabe mirov tenê tiştên xirab bibîne. Û ya ji wê jî girîngtir ew e ku nabe mirov rabirduyê û tiştên derbasûyî bike asteng hember bextewariy niha û pêşerojê. Nabe mirov pêşeroja miletekê bike qurbanî bo berjewendiyên kesanî yên teng, berevajî wê rast e.
Helbet hemû digere ji bo têgehîştin û hestê neteweyî cem wan kesan û partiyan. Sosyolog Îsmail Beşikçî** roja 27 november 2016 li bajarê Sydnî rexneyên xwe dubare kir ku hestê neteweyî û niştimanî kêm e cem kurdan. Beşikçî dibêje: ”Heya kurd dewleta wan ya serbixwe çênebe; jenosîd, kuştin, şîdet û neheqî derheqê wan wê berdewam be. Ew bi maf matmayî dimîne dema behsa protestoya mamosteyên kurd li Silêmaniyê dij hukumeta herêma Kurdistanê 2015 ji ber nedana meaşên wan lê kesekî protesto dij hukumeta herêma Kurdistanê nekir/nake ji bo avabûna dewleteka kurdî ya serbixwe û cudabûna wê ji Iraqê!”
Ew li dereke din dibêje: ”Li Neteweyên Yekbûyî (NY), 50 dewletên neteweyî yên biçûk hene ku hejmara niştecihên wê ji yek mîlyonî kêmtir e, wan dewletan çi fedekariyên mezin nedane ji bo azadî û serxwebûna xwe lê digel hindê jî wan dewletên biçûk, biryar û desthilat li ser çarenivîsa pêşeroja xwe, zêdetir heye ji 50 mîlyonên kurdan, ji ber ku kurd bêdewlet e, kurdan dewleta xwe ya taybet bi xwe; nîn e. Ev problemeke cihê pirsê ye û gereke bê çareser kirin!”
Hine deng li vir û wir mirov dibihîse, ew dibêjin ku rast e her kes digel dewleta kurdî ye lê dem ne dema wê ye. Hinekên din kurd in lê wî mafî nadin xwe û dij dewleta kurdî derdikevin. Ev dengên paşverû û xêrnexwaz dixwazin kurdan bitehisînin û vê delîvê ji destê wan derbixin. Çi demekê taybet nîn e ji bo avakirina dewleta neteweyî belkî milet li ber xwe dide û dewleta xwe ava dike. Ji hemû dewletên cihanê yên heyî, qet dewletek nîn e ku bêje ME DEWLETA XWE NE WEXTÊ XWE DE AVAKIR, ev gotinên vala ne û tenê ji bo xapandinê tên kirin. Dem dema serxwûnê ye ger dereng nebe.
Bi hêvîya Kurdistaneke azad, wekhev û serbixwe, mala we ava!
29.12.2016
* Ji nivîsîneke rojnameya elektronî ya erebî, Elaph. http://elaph.com/Web/News/2016/12/1126278.html
**Ji nivîsîneka Cewad Mela ser rûpela xwe ya FBê.