logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Xwarina dibistanê

Xwedîkirin û lênêrîna zarokan ji zikê dê dest pê dike, li mal û heta serdema dibistanê dom dike. Ez ê di vê nivîsa xwe d

  • Dîrok: 27/12/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Amed TÎGRÎS

Xwedîkirin û lênêrîna zarokan ji zikê dê dest pê dike, li mal û heta serdema dibistanê dom dike. Ez ê di vê nivîsa xwe de bi tenê li ser xwarin û xwedîkirina zarokan a li pêşdibistan û dibistanê rawestim.

Di pêvajoya dibistanê de xwedîkirin û lênêrîna zarokan hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê hiş ve gelekî girîng e. Kêmxwarinî, xwarina bêvîtamînî, bêbakutî û ya bêplanî bandoreke mezin li laş saxî û geşebûna laş û jiyana zarokan dike. Li gorî zanîn û telesiyên (tecrûbeyên) bijîşk û hekîman zarok divê kêmasî rojê sê çar xwarineke bi vîtamîn, bi bakût û xurt bixwin ku bijûndar, bejndar, mezin û dilşad bibin. Zarok weke şitleke dara fêkiyê ye. Dema mirov şitlê diçîne av bide, xweşik dora wê bikole, zibil û derman bidê, ew bejn dide, gulî û şax vedike, pelên keskeşîn û kulîlkan vedike. Di demeke nêzîk de berhem dide. Lê dema ku mirov lê nenêre, av û zibil nedê û dora wê nekole, yan hişk dibe yan jî bûcirkî, çilmisî, xwar û hejar dibe û bêber dibe.

Li Ewropayê mamoste, bijîşk û dêûbav bi vê feraseta têgehîştî di dawiya salên 1800’î şûn ve, li ser xwarina dibistanê rawestiyane û gelek gotar nivîsîne, lêkolîn kirine û mijarê gotûbêj kirine. Bi taybetî li Skandînavyayê di salên 1900’î de bizavên (tevgerên) gelêrî yên ku hêza xwe ji bîrûbaweriya sosyaldemokrasiyê girtine, li ser vê mijara civakî serê xwe êşandine û xwêdana xwe malaştine. Di salên 1930’î şûn ve mamoste, pedagog û siyasetmedar li ser mijarê lêkolînê xwe hûr û kûr kirine û li alternatîvên çareseriyê geriyane. Bi lêkolînan gihîştine encamên zanistî yên tibî û psîkolojîk ku zarokên birçî bi hêsayî nikarin guhdariya dersê bikin, hewes û performasyona wan a xebatê kêm dibin. Ser û zîkê wan diêşin û nikarin konsantre bibin.

Li gelek welatên Ewropayê pêşî dêr û xaça sor li dibistanan xwarin belav kirine. Piştî demekê êdî her komun (şaredarî) li dibistanan dest bi dayîna xwarinê kirine. Pêşî kêşmekêşî û bêserûberî derketine holê û pêş wan. Dûvre her welat di tarîxên cuda de, li parlamentoyên xwe lêçûna xwarinê spartine şaredariyan. Wek nimûne li Swêdê di sala 1969’an de lêçûnên xwarinên li dibistanê kirine xaleke mufredata perwerdeyê û bûye fermî. Ji zarokxanê heta dawiya lîsê zarok li dibistanan xwarin dixwin. Lêçûna xwarina dibistanan xaleke girîng a perwerdê ye. Her sal her dibistan li gorî hejmara şagirdên xwe ji şaredariya xwe pere digire. Li her dibistanê xwarinxaneyek (mitfaxek) heye û çend xwarinpêj lê kar dikin. Ji pola yekem heta pola dawî bi dorê her roj şagird li xwarinxaneya dibistana xwe bêpere firavînê dixwin. Ji bo zarokên misilman û vejeteryan jî xwarinên taybet çêdikin. Wek nimûne menûya heftane ya dibistaneka swêdî ya sala 2012’an wiha ye:

Duşem: Mirîşk, birinc û tirşik, şîr, ava fêkî

Sêşem: Goştê sorkirî, kartolên kelandî, mastê bi hinguv û ava fêkî

Çarşem: Makarna, kutlikên bi sos, şîr û ava fêkî

Pêncşem: Pasteya bi jambon, seleta penîr a nîskan, şîr û ava fêkî, kartol, şorba bi sebze, nanê genim, pasta cigerê, şîr û ava fêkî

Niha ji Japonya heta Ewropa û Amerîkayê zarok li dibistanên xwe xwarinê dixwin. Xwarina dibistanê ji xalan xaleke girîng a mifredatê ya perwerdeyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku xwarina dibistanê ne bi tenê ji bo tenduristiyê ye. Her wiha ji bo hînkirin û perwerdeya xwarin û jiyaneke bi plan e jî. Zarok li dibistanê fêrî serûberiya tenduristiyê û hînî demîna adanê dibe ( hînî adeta çawaniya xwarinê dibe). Heta dawiya jiyana xwe di vî warî de dibin xwedî çandeke bi serûber, pêşketî û zanistî. Ev jî jîyana mirov bi awayekî saxlem û bênexweşî dirêj dike.

Mixabin li welatê me û li gelek welatên kolonî û paşvemayî hîn îro jî li dibistanan bernameyeke xwarinê tune. Piraniya zarokan ji sibê heta berêvarê li dibistanê bi zikê nêz û birçî di bin şîdetê de perwerdeyê dibînin. Helbet zarokên ku di bin van mercan de mezin bibin nabin xwedî jiyaneke laşsaxlemî û temendirêj. Di xwendin û perwerdeyê de jî nabin kesên pêşketî û serkeftî. Her wiha zarokên malbatên xizan û belengaz hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê hizirî ve seqet û temenqut dibin. Zarokên malbatên dewlemend xwedî derfetên gelek berfireh in. Mêzîn û hevsenga navbera zarokên van herdu çînan her diçe xerabtir û berfirehtir dibe. Li dewletên teokratîk û paşvemayî baca ku ji gel tê girtin û komkirin mixabin ne ji bo perwerde û hîndekariyeke zanistî û xizmetên civakî, ji bo şer, lêçûnên çekên giran û nûjen, xerabî û gendeliyê bi kar tînin.

Pêwîst e ku di pêşerojê de bizavên me yên gelêrî û şaredariyên me mijara xwarina şagird û xwendekaran ji zarokxanan heta lîseyê bigirin nav bername û projeyên xwe û di pratîkê de pêk bînin.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Konferansa mamosteyên kurd bi dawî bû

ad

Banksy wêneyek diyarî nexweşxaneyê kir

ad

'Bavê Payîzokan' Fadilê Cizîrî

ad

Hanara şêrîn a kurd di RTL’ê de distre

ad

Dema testa TRT kurdî diyar bû

ad

Li Tirkiyeyê qîmeta kurdî ev e!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname