QAMIŞLO - ANHA
Hêzên YPG’ê bajarokê Til Hemîs ê ku dikeve başûrrojhilatê bajarê Qamişlo ku wekî cihekî stratîjîk û navenda çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin, rizgar kirin. Her wiha 94 gundên derdora wê jî ji çeteyan hatin paqijkirin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Til Hemîs îro di saat 10:00’an ji aliyên şervanên YPG û YPJ’ê ve hate destpêkirin. Di encama vê operasyonê de şervanan di saetên piştî nîvro de bajarok bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.
Piştî destpêkirina operasyona vê sibehê, şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê başûr ve ketin bajarokê Til Hemîsê û dest bi paqijkirina bajarok ji çeteyan kirin.
YPG’ê şeva 21’ê reşemiya 2015’an li ser daxwaziya welatiyên herêmê operasyon da destpêkirin. Di encama vê operasyonê de bajarokê Til Hemîs û 94 gundên derdora wê ji çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha di vê operasyonê de 211 çete jî hatin kuştin.
Hêzên ku bi YPG’ê re cihê xwe di operasyona rizgarkirina bajarokê Til Hemîs de girtin hêzên El-Senadîd, Meclisa Leşkeriya Suryanî û Hêzên Asayîşê bûn. Her wiha Hêzên Pêşmergeyan ji aliyê sînorê bi Iraqê re cihê çeteyên DAIŞ’ê topbaran dikirin û balafirên koalîsyona navnetewî jî cihên çeteyan bombebaran dikirin.
Hêjayî gotinê ye, Hêzên YPG û YPJ’ê li ser banga welatiyên herêmê ku ji wan xwestin ku wan ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê xelas bikin, operasyona rizgarkirina bajarokê Til Hemîs dan destpêkirin.


