Diyarname
Motora lêgerînê ya herî mezin a dinyayê Google wekî par îsal jî logoyeke taybet ji bo Newrozê amade kir û weşand.
Di zimanê îngilîzî de 21'ê Adarê wekî "first day of spring" (roja yekem a biharê) tê qebûlkirin, li Îranê wekî sersalê û di nav kurdan de jî jixwe hûn dizanin.
Rengên kesk, sor û zer ku êdî bûne wekî rengên neteweyî yên kurdan ketin logoya Google ya ji bo Newrozê jî. Google ev reng wekî sembola destpêka biharê qebûl kir û jê logoyeke taybet çêkir.


