Diyarname
Diyarname Fûara Pirtûkan a Amedê ku îro deriyên xwe vekir, kovarên kurdan jî stand vekirin.
4'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îro bi merasimekê dest pê kir. Fûar heta 19'ê mehê bi beşdariya sedan nivîskar, weşanxane û saziyên sivîl wê li dar be. Di fûarê de digel weşanxaneyên kurdan, kovarên kurdan jî standê vedikin.
TÎROJ
Kovara bi kurdî û tirkî ya du mehane Tîroj ku ji aliyê Weşanên Evrenselê ve tê derxistin ev neh sal in weşana xwe dike. Kovarê ne di nav weşanxaneyê de, bi serê xwe li Fûara Amedê stand vekiriye. Standa Tîrojê li salona 3 di nimreya 101 c de ye.
Kurt Tarihi
Kovara 'Kurt Tarihi' kovareke bi tirkî ye û du mehan carekê dertê. Kovara ku Xwediyê wê Davut Ozalp, Gerînendeyê Weşanê Mesut Yegen e sala xwe temam kir. Kovara ku hemû nivîsên wê li ser dîroka kurdan in hem li bayiyan tê firotin, hem jî bi rêya abonetî. Kurt Tarihi jî li Fûara Amedê stand vekiriye. Standa kovarê di salona 3, di nimreya 101 B de ye.
Weşanxaneyên din ên kurdan ku xwedî kovar in (Vate-Vate, Nûbihar-Nûbihar, Belkî-Çirûsk û hwd) li nav standa xwe digihînin xwendevanên xwe.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin
- Nivîskarên kurd li Amedê wê biaxivin
- 10 weşanxaneyên kurd û saziyên sivîl li Fûara Amedê ne
- Weşanên Avesta bi çalakiyan li Fûara Amedê ye
- Ahmed Arîf vê carê bi lîstikek şanoyê li Amedê ye