Batman
Rêxistina BDP'a Batman ji bo balê bikşîne ser çalakiyên birçîbûnê li Batmanê mîtîngeke bi diruşma "Em dê li hember mirinê bêdeng nemînin, bila daxwazên me bên pejirandin" hate lidarxistin. Mîtînga ku bi 10 hezaran kes beşdar bûn dest pê kir.
Mitînga ku bi 10 hezaran kes beşdar bûn bi coşek mezin dest pê kir. Li dora qadê ji hêla polîsan ve 8 cihî cihê lêgerînê hate danîn. Her wiha bi gelek wesayîtên polîsan yên TOMA û bi zirxî dora qadê dorpêç kirin. Bi avahiya vala ya li ber qada mîtîngê panqartên mezin ku li ser wan "Daxwazên me tenduristî, ewlehî û azadî", "Em berxwedana çalakiya birçîbûnê ya ji zindanan bilind dibe silav dikin", "An azadî an azadî", "Em Roboskiyê ji bîr nakin, em dê nedin jibîrkirin" û li dora dikê jî "Em dê li hember mirinê bêdeng nemînin, bila daxwazên me bên pejirandin", "Ji bo zimanê zikmakî jiyana azad" û flamayên mezin yên kesk û sor û zer bi avahiyê ve hatin daliqandin. Bi taybetî peywirdarên BDP'yî yên li qadê li ser kincên wan slogana "Em dê li hember mirinê bêdeng nemînin, bila daxwazên me bên pejirandin" nivisandî bal kişand.
Li qada ku gelek nûnerên saziyên sivîl yên civakî amade bûn, Hevserokê Giştîyê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Parlementerên BDP'ê Ayla Akat, Îbrahim Binici, Îdris Baluken, Husamettin Zenderlîoglu, Altan Tan û endama Meclisa Ewropayê ya berê Feleknas Uca jî amade bûn. Mîtîngê bi rêzgirtin û xwendina sirûda "Çerxa şoreşê" dest pê kir.
Dema ev nûçe hate amadekirin mîtîng bi axaftinan dom dikir.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne


