Amed
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir ku du roj bûn ji ber teşhîsa "Spazma dil" li nexweşxaneyê bû duh ji nexweşxaneyê derket.
Baydemîr digel hevsera xwe Reyhan Yalçindag, şêwirmendê xwe Dr. İlhan Diken û dixtorên xwe ji nexweşxaneyê derket û li ber derî axaftineke kir. Baydemîr got: "Ji bo careke din ez Amedê nexim nav fikaran çi ji destê min bê ezê bikim. Careke din min ferw kir ku jiyana me tenê ne aîdê me ye, aîdê gelê me ye."
Şaredar Bademîr ji bo navenda giştî ya BDP'ê, Hevserokên BDP'ê, Serokên Bajaran û endamên partiyê û endamên saziyên sivîl ku eleqe nîşanî nexweşiya wî dane, peyam şandine sipasiya xwe kir, sipasiya gel jî kir û got; "Ez ji bo her kesî saxî û silametî dixwazim."