Amed
72 Saziyên Sivîl ên Amedê îro daxuyaniyeke dan û gotin: "Em ji demeke ku hêviyên çareseriyê zêde dibin derbas dibin."
Daxuyaniya çapemeniyê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat ji aliyê Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar ve hate xwendin.
Aktar li ser gotina Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul sekinî û qala meseleya aştiyê ya pirsgirêka kurd kir. Aktar da zanîn ku operasyonên leşkerî keda wan ji bo aştiyê nîn e.
Her wiha M. Emin Aktar got ku li ser çareseriyê wan raporeke amade kiriye, dê ji serokomar civanê bigirin û raporê pêşkêşî wî bikin.