Diyarname
Di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de wê komek PKK'yî bi merasimek çekan deynin. Ji bo vê yekê nûnerên DEM Partî, komek nivîskar û rojnameger wê herin Herêma Kurdistana Federe.
DEM Partî ji bo rojnamegeran daxuyaniyeke belav kir û got ku yên bixwazin bi derfetên xwe bên û vê merasimê bişoqînin dikarin navên xwe qeyd bikin. di agahiya hate belavkirin de wisa hat gotin, "Wekî hûn dizanin di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em gihîştine qonaxeke nû û em di nav rojên dîrokî de ne. Di vê çarçoveyê de komek endamên PKK'ê rojê pêş me dê bi çalakiyeke ku li Herêma Kurdistana Federe li dar bikeve, li gor biryarên kongreyê gavan biavêjin. Ji bo şopandina vê yekê partiya me kontenjana 15-20 kesan wekî qunciknivîskar vexwendine. Ew nivîskar, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyan in ku emê bibin Herêma Kurdistana Federe. Endamên din ên çapemeniyê yên bixwazin bi derfetên xwe bên dikarin navên xwe qeyd bikin."
DEM Partî gotiye der barê dîrok û cihê organîzasyonê de rojên pêş dê daxuyaniyê belav bikin.


