Diyarname
Luana Andrade keçikek fenomen bû. Keçika brezîlî ji bo estîtîka çongên xwe ku donê zêde dê jê bigirta çû nexweşxaneyê lê li wir mir.
Luana Andrade 29 salî bû. Bi ser instagramê re her fotoyên xwe yên di dema fitness û rêwîtiyê de belav dikir. 540 hezar şopînerên wê hebûn. Wê modelî jî dikir û markeyeke kincan jî ava kiribû.
Par ligel hevalê xwe Joao Hadad beşdarî bernameya realîtî show a flortê "Power Couple Brasil 6" bûbû û bi vê yekê navdartir bûbû.
Andrade ji bo emeliyeta donê çongên, bi gotineke din ji bo çongên xwe xweşiktir bike 7'ê vê mehê çû nexweşxaneyê. Lê di dema emeliyetkirinê de dilê wê rawestiya. Emeliyet nîvî hiştin û mudexeleyê dil kirin. Ji mirinê xilas kirin lê dîsa rewşa wê xirab bû û mir. Hat gotin ku ji ber xwîna di rehên wê de tîr bû, ew roja 8'ê mehê mir. Wekî sedem "pulmoner emboli" ku wekî cureyeke xitimandinê tê hesabê ew miriye.