Diyarname
Cejna Newrozê îsal jî dê roja 21'ê Adarê li Qazliçeşmeya Zeytînbûrnî bê pîroz kirin.
Li ser navê komîteya amadekar, rêxistina Stenbolê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) da diyar kirin ku amadekariyên wan ên der barê Newroza 2009'an de temam bûne.
Li gorî agahiyên me ji DTP'ê girtin, Newroza Stenbolê ya îsal, dê bi beşdariya hunermend Rojda, Grup Mûnzûr û Erdal Bayrakoglu pêk bê. Her wiha Rakel Dînk ya jina rojnamevanê ermen Hirand Dînkê ku ji aliyê nijadperestekî tirk ve hat kuştin, nivîskar Yaşar Kemal, Vedat Turkalî û parlamenter Akin Birdal, Emîne Ayna û Ufuk Uras jî, dê beşdarî Newroza Stenbolê bibin.
Komîteya amadekar ku di nav de gelek partî û rêxistin hene, ji bo peyama biratiya gelan, aştî û serîhildana li dijî zordestiyê, ji her derdorî mirov vexwendin pîrozbahiyên Newroza Qazliçeşmeyê.