Diyarname
Hikumet van deman zêdetir xalan dixe nava tûrikek û hemû xalan wekî "Xalên Tûrikê" li Meclisê dide qebûlkirin. Roja 18'ê mehê "tûrikek" din ji meclisê derbas bû. Têde bi dehan xal hene û her yek dikarin gelek bandorê li jiyana mirovan bikin.
Ji bacê bigire, heta bexçeyên zarokan, heta rewşa memûran, heta zanîngehan... Yek ji van jî xala ser zanîngehan e. Li gor biryara nû navê Zanîngeha Nîgde kirin "Zanîngeha Omer Halidemir" û zanîngha dewletê ya li Dêrsimê ku navê wê "Zanîngeha Tuncelî" bû guhartin û kirin "Zanîngeha Mûnzûrê".
Yek ji xalên din heye ku dibêje "avahî û qadên ku ji ber terorê zirar dîtine, li wir sazkirina palna îmarê, bi cihanîna wê, projeyên jêrzemîn û serzemînê, karê girtina rusqet û îmarê dê ji aliyê Wezareta Hawir û Bajarvanî ve bê bi rê ve birin. Ev xal wisa hatiye sazkirin ku îtîrazên bên kirin jî dê neyên cih.
Dîsa yek ji van xalên din ku di "Zagonên Tûrikê" de derbas bû diyar dike ku Wezareta Karên Hundir bi sedema ewlehiyê pêdivî pê bibîne dê dest deyne ser sazî, şaredarî, îdareyên taybet ên bajêr, îdareyên mehelî, saziyên tuzel ên aîdê şexsan...
Mînakek din li ser hekîmên malbatê ne ku heta niha ew hekim 8 saetan li cihê kar nobet digirt hema mesaî (dema kar) xilas bibe niha ew mecbûriyet hat rakirin. Ev tê vê wateyê hûn dixwazin zarokê/a xwe bibin cem hekîmê/ malbatê (bi giştî ev li "Saglik Ocagî"yan in) lê hûn diçin ne li cihê xwe ye.
Xalên ku hin dikarin jê sûde bigirin jî hene: Mînak yên ku erebeyên wan ên rêwiyan hene... Ew dikarin erebeyên xwe nû bikin bêyî "OTV" (Baca Xerca Taybet) bidin.