Diyarname
Derkete holê ku Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê (Parastin) jî bernameyên sîxûrî yên înternetê bikartîne.
Bikirên bernameya sîxûrî ya kompîterê ya bi navê “Galilo” ya ji hêla şirketa HacKing Team a Îtalî ve tê amdekirin saziyên fermî yên dewletan e. Lê belê ji ber Herêma Kurdistanê ne serbixwe ye, heman bername bi navê “Condor“ hatiye amadekirin û firotine Parastin a ku serpereştê wê Mesrûr Barzanî ye. Bername bi rêkirina vîrûsên Trojan agahdariyan kom dike.
Li gor rojnameya Die Welt, şirketa Hacking Team bi xwe niha bûye armanca êrîşên sîxûrî û Wikiliksê 400 Gigabye belgeyên navxweyî yên vê shirketê belav kirine. Ji belgeyan diyar dibe ku du navbeynkarên alman bi navê şirketa Intech Solutions GmbH a xwe ya li Almanyayê bernameya şirketa Hackig Team firotine Parastinê. Buhayê bernameya sîxûriyê “Codor“ 200 hezar Euro ye û salane jî ji bo rojanekirina wê 50 hezar mesref diçe. Di girebesta navbera Intech Solutions GmbH û Parastinê de hatiye destnîşankirin ku dê ev bernameya sîxûrî tenê ji bo armancên lêkolînên sivîlî yên di çarçoveya zagonên netewî de were bikaranîn. Her wiha bername dê ji bo armancên leşkerî û bi taybetî çekên nûklerî û tevkûj neyê bikaranîn.
Balkêş e ku ji emailên navbeynkarên Parastinê û şirketa Hacking Team diyar dibe ku Parastin hatiye xapandin. Navbeynkarê bi navê Simon Themes di 25'ê rezbera 2014'an de ji Hacking Teamê re mailekî dinivîse û dide diyarkirin ku kesê bi navê Parastinê bi wan re di têkiliyê de ye, ji xwe re sertîfîkate ku ew bi rastî di warê hackkirinê de jîr e dixwaze: "Pêkan e ku sertîfîkateke ku ev zilam tevlî perwerdeya pêşketî ya hackirinê yan jî tişteke bi wî rengî bûye were amadekirin? Ev zilam dînên sertîfîkat, medalya û xelatan in.“
Li ser vê yekê Hacking Team vê bersivê ji navbeynkarê xwe re rêdike: "Silav Simon, ez ê belegeyeke bi vî rengî amade bikim û ji te re di demeke kurt de rêbikim."
Şirketa Hacking Team bernameya xwe ya kompîterê ya sîxûrî heta niha firotiye welatên mîna Etopya, Kazakistan, Bangladeş, Sudam. Misir, Usbekistan, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Rusyayê jî. Her wiha ji belgeyan diyar dibe ku Rêxistina Sîxûrî ya Luksenborgê jî ji bo kirîna bernameyê bi vê şirketê re ketiya nava têkiliyan.
Hêjayî gotinê ye ku her çiqas Parastin wekî saziya sîxûrî ya fermî ya Herêma Kurdistanê were zanîn jî lê ew nêzîkî PDK'ê ye û saziya sîxûrî ya ZANYARÎ jî li Başûrê Kurdistanê girêdayî YNK'ê ye.
••
REKLAM:
Dosyayek balkêş 'Antî Kurdolojî'