Diyarname
Nivîskarê navdar Gabriel Garcia Marquez par di 17'ê avrêlê de li Meksiko City yê Meksîkayê wefat kiribû.* Cenazeya Marquez li heman bajarê bi beşdariya malbata wî hatibû şewitandin û xweliya wê hatibû parastin.
Ew di 6'ê adara 1927'an de li Aracataca ya Kolobmiyayê hatibû dinê lê di sala 1981'ê de hikumeta Kolombiyayê bi gotina "ew piştgiriya koma M-19 dike", Marquez ji warê bav û kalan derketibû û çûbû Meksîkayê. Ji wê demê de ew li Meksîkayê dijiya û bi zimanê spanî dinivîsî. Marquez ji Cervantes heta niha wekî nivîskarê zimanê spanî yê herî girîng hatibû qebûlkirin.
Û piştî gelek berhemên girîng Marquezê wekî "Gabo" jî di nav nasîn dema par wefat kir di serî de li Spanya û Meksîkayê li temamê dinyayê hezkiriyên wî li ber ketibûn. Niha li ser Marquez agahiyek nû hat pêşkêşkirin: Rayedarên Eyaleta Bolîvar û malbata Marquez li hev kirin ku xweliya Marquez bibin welatê wî û li manastirek li Cartagayê veşêrin. Marquez li bajarê Cartagayê dest bi nivîskarî kiribû ji ber vê yekê dixwazin xweliya wî li wê derê bê parastin.
Wî di jiyana xwe de bi dehan pirtûk nivîsîn û pêşkêşî xwendevanên xwe kirin. Marquez bi pirtûkên xwe di sala 1982'yan de Xelata Nobelê ya Wêjeyê girtibû.
*Nûçeya eleqedar:
- Marquez xatir xwest