Diyarname
Ji aliyê parêzer Anthony Gwilym Fisher (wî ligel Tahir Elçî gelek doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku ew hevalê Elçî bû), parêzer û rojnameger Orhan Kemal Cengiz (ew jî hevalê Elçî bû) û Turkan Elçî (Xanima Tahir Elçî) ve li Londona Îngilistanê Weqfa Tahir Elçî ava kirin. Turkan Elçî ji hesabê xwe yê twitterê weqif bi vî awayî ragihand: "Bêyî cudatî bixe navê, bi hêviya em li cem mirovên rastî neheqiyê hatine bin, ji bo em êşên wan ragihînin me Weqfa Tahir Elçî ava kir."
Parêzer û Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî roja 28'ê sermaweza 2015'an li ber Minareya Çarling a li Balikçilarbaşiya Amedê hat kuştin.


