I
Pekînêda ji her ciya merî hene,
Pekînêda soqaq pirin,
Li-Can li soqaqa gelekî geriya,
Kûlî (1) bê xebat geriya.
Û paşê-li çolê…qerewlê bê îsaf
Herroz Li-Can dikuta,
Wê rojêda wexta Li Can bû pale
Diha nehiştin pişta wî rast be.
Li çole, ciyê ku lê caa bi bîn tê,
Nişkê ve bîna baê germ hat
Û rêwîkî parçekî gazet
Li deştê unda kir.
Palê kutayî û westiyayî ew perçe hilanî,
Û ew giliyê terîxî bi dilşewitî xwend
Naha xweye welatekî û serkar
Ne ki tu be jand mandarîne-kulline.
U li ser wî kaqezê peritî wêderê,
Wekî danîbû ser çokê xwe ku diricifî,
Şiklê serkarê wî welatî lê bû
Wêderêda hatibû nivîsandibû navê Lenîn.
Û kûlîyêd kesîb li deştê çaê,
Ji wê rojê hisî şev, yanê rojê
Gelek-gelek hikyata diefirînin,
Wekî Lenîn wê wana bîr bîne.
Wekî menderîn wê bikeve, ji bestê çayê û birinc
Lenîn wê berê xwe bide Pekîna Şerrdar,
Wê gazî kûliya gişka bike.
II
Berî Li-Can dan.
Pekîn dîsa ket;
Ewî kula xwe xweyî dikir,
Soqaq gelekin. Cimaet pire
Dilê Li-Can ji birçiya difirre.
Û nişkêva…
Li-Can dengê gazetfroş
Bihîst.
Dengê wî melûl dihat, digot,
“Bolşevîkê tewrî mezin mir;
Ûrisetêda,
Lenîn
Wefat kir…
Lenîn wefat kir, ew yê ku ji perrekî dinê
Nîşana xebat hiştinê dabû,
Li-Can ji kutanê qet negriyabû,
Lê naha
Bû kûre-kura Li-Can…
III
Meh, l’ed hatin derbas bûn,
Û Li-Can bû rîkşî(2)
Li-Can mîna heywanekî bi toz û xubar,
Tu kê bejî? Wekî Li-Can najot.
Gelek kûliya
Dibîne…
Soparêrra tên berra diçin
Dibîne.
Şûrêd biriqî û niza-
Stend
Crrîne
Kûlî t’azîne.
Bayraqê merivê çîna sor
Dibîne.
Lenîn ser wanra,
Beraya soqaqêrra
Tê;
Lenîn,
Ûsa,
Çawa şiklê wî ser kaqez,
Ç’avê xwe diqirpîne
Lenîn
Gazî Li-Can dike
- Were…
_ Were…
Û destê xwe bilind kiriye;
Zorê nîşan dide,
Taqê jorine bilind.
Çokê Li Can ditewin,
Ji kerba çena wî dirricife
- Tu kesî tiştekî nehêvşînin
Her tiştî pê lêyiyê hilînin.
Û Lêyiyê Li-Can hilanî,
Pişkê Li-Can werimîn.
Bi hers tsîn-tsen,
Li-Can
Tivingeke biriqî hilanî,
Ewî bi mêşoka fişek anî,
Naha Li-Canê me merhebeye,
Pekînêda li Şerrê qebreye.
1 Kûlî: pale
2 Rîkşî: Wan palara dibêjin, yê ku dewsa ga nîrê ‘ereba lê dikin
Ji pirtûka bi navê "Kitêba Zimanê Kurmancî" (Bona Dersxana 4'an) hatiye wergirtin. Kitêb ji hêla E. 'Evdal ve di sala 1936'an de hatiye amadekirin û ji hêla Neşra Hikumeta Şêwra Ermenistanê ve hatiye çapkirin.
Ji bo 100 saliya Şoreşa Kewçêrê me ev helbest niha weşand.
Latînîzekirin: Ferid Demirel


