logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî
  2. Amedsporê ji kîsê xwe xwar!
  3. Bi daxwaza xwe diçe klînîka rehabîlîtasyonê
  4. Li Bundesligayê cara yekê ye wê jinek tîmî bi rê ve bibe
  5. Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê
news-details

Li ser gotin û qalibên kurdî

Bi taybetî di rojeva gelê kurd de, bi giştî jî di rojeva Rojhilata Navîn de bûyerên gelekî girîng diqewimin. Lê ez dixwa

  • Dîrok: 17/12/2012
  • Beş: Serbest

Rêşad Sorgul

Bi taybetî di rojeva gelê kurd de, bi giştî jî di rojeva Rojhilata Navîn de bûyerên gelekî girîng diqewimin. Lê ez dixwazim li ser mijarekê ku di rojevê de zêde cih nagire binivîsim. Ji ber ku di rojeva min de gelekî cih digire. Ew jî ew e, bandora zimanên din an jî bandora zimanê tirkî ya li ser zimanê kurdî ye.

Bi giştî çapemeniya me bi tercume û wergerê karê xwe dimeşîne. Her tişt heta astekê kêrhatî ye, lê dema ji sînorê xwe bihurî yan jî ji hedê xwe derbas bû, êdî kêrhatî nabe, berevajî bêkêr dibe û zirarê dide. Werger jî heta astekê kêrhatî ye, lê rêjeya wê zêde bibe, êdî zirarê dide. Ji ber ku Kurdistan di warê maddî û manewî de hatiye dagirkirin, aşê asîmîlasyonê xurt digere. Ewqasî xurt û bihêz digere, em gelek caran wekî qirkirinê jî bi nav dikin û ev bi navkirin jî di cih de ye. Em hinek kêm û hinek jî zêde para xwe ji vê helandinê digirin.

Xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji her demê zêdetir bûye û ev cihê kêfxweşiyê ye. Lê cihê xemê ye, kurdiya tê bi karanîn gelek deformebûyî ye. Mebesta min ji vê gotinê ew e, di hevoksaziya kurdî de pirsgirêk heye. Dema hevok têne danîn, ne li gorî kurdî, lê bêhtir li gorî tirkî têne danîn. Ev jî dibe sedem ku yên bi rastî bi kurdî mezinbûne, ji hevokan fêhm nekin. Ya din jî gelek gotin an şaş têne bi karanîn an jî lihevçêkirî ne. Bêguman ez ê hinek nimûne û mînakan bidim.

Ev mijareke gelekî berfireh e, û berê jî min dûvdirêj li ser nivîsî ye. Lê ez ê niha ji bo merama xwe bi tenê çend mînakan bidim. Çend roj berê min li bernameyeke televîzyonê temaşe û guhdarî dikir. Mêvanê bernameyê digot “me kurdan ji zû ve bingehê xwe avêtî ye.” Bi qasî ku ez zanim kurd bingeh û hîm datînin. Lê di zimanê tirkî de tê avêtin. Beşekî kurd ji bo Destûra Bingehîn gotina “makeqanûn” bi kar tînin. Li vir ne bi tenê pirsgirêkek çend pirsgirêk bi hev re hene. Yek, ev gotin ji tirkî hatiye tercumekirin û şaş hatiye wergerandin. Ji “Anayasaya” tirkî hatiye tercume kirin. Tirkan berî vê gotinê “Qanûnî Esasiye” bi kar dianîn. Li vir “Ana” bi maneya “Esas” e, ne bi maneya “Anne” ye. Dîsa bi qasî ku ez zanim gotina “zagon” ji Rûsî derbasî kurdî bûye û temenê wê yê di nava kurdî de gelekî biçûk e. Gotina “qanûnê” gotineke Mezopotamyayî û gelekî kevn e. Her çiqasî ji bo gotina “qanûnê” grekî jî bê gotin, ez gotinên bi vî rengî malê her kesî dibînim. Gotina “Destûrê” gotineke kevn e, û bi awayekî belav tê bi karanîn û hewce nake mirov kurdî ji hev dûr bixe. Di van rojan de gotina “pevçûnê” gelekî tê bi karanîn, lê mixabin şaş tê bi karanîn. Her kesê bi kurdî mezinbûyî baş zane ku “pevçûn” bi maneya bi hev ketinê ye.

Tu li nûçeyan temaşe dike, dibêjin, “pevçûnên li Sûriyeyê dewam dikin” hey malneket ma li Sûriyeyê şer heye yan jî pevçûn. Hinekî zehmet bike û ji diya xwe bipirse. Hînê gelek mînakên din hene, mirov balê bikişîne ser, lê cihê ji nivîsa min re hatiye veqetandin tijî dibe. Min tenê xwest careke din balê bikişînim ser girîngiya rewşê û bibêjim, divê mirov li ser qalib û formên kurdî bisekine û girîngiyê bidiyê. Naxwe em ê bibin ew kesên, bi gotinên kurdî, lê bi qalibên tirkî diaxivin.

Ji Azadiya Welat hatiye girtin
 

Parve Bike

Youtube Me

"Queen At Sea" mirovan dide fikirandin

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

news
  • 27 03 2026

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Tabloyên Van Gogh ên hatibûn dizîn hatin dîtin

ad

Ûkraynayê Saakaşvilli dersînor kir

ad

KCD: Bila her kes rabe ser piyan

ad

Nuri Bilge Ceylan dîsa diçe Cannesê

ad

Artêşa Ereban êrîşê Dêr Hafir kir, Muslim got Dêr Hafir cihek stratejik e

ad

Hunermend çûn gundê Ceylanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

  • 13 04 2026
news

Amedsporê ji kîsê xwe xwar!

  • 13 04 2026
news

Bi daxwaza xwe diçe klînîka rehabîlîtasyonê

  • 14 04 2026
news

Li Bundesligayê cara yekê ye wê jinek tîmî bi rê ve bibe

  • 14 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname