Diyarname
Hejmara 24'an a Zendê ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin, derket. Zend salê du caran derdikeve û tê de nivîsên akademîk ên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de cih digirin.
Di vê hejmarê de lêkolîner Mehmet Gultekîn tîşkên ronahiyê dixe ser dîroka bajarê Bazîdê. Ew bi belgeyan diselmîne ku Bazîd cih û warekî qedîm ê kurdan e, kesên ku li herêmê desthilatî kirine jî mîrên kurd in. Zimanzana amerîkî Laura Shepherd gotarek li ser kurmanciya rojavayê Kurdistanê amade kiriye. Di vê gotarê de gelek aliyên cihêreng ên kurmanciya vê herêmê li ber çavan tên raxistin.
Memê Mala Hene ku bi nivîsên xwe yên der barê felseleyê de dibe mêvanê kovarê, di vê hejmarê de bal kişandiye ser “Estetîka Nietzsche û Cihêtiya Hunera Apollonî û Dionysosî”. Şemoyê Memo îcar balê dikişîne ser mijara zayendperestiya di zimên de. Wî bi nimûneyên ji wêjeya devkî aliyê zimanê kurdî pêşkêşî xwendevanan kiriye. Netîce Altun ku tekane jin e di vê hejmarê de nivîsa wê weşiyaye bi kirmanckî “Ziwan Muhafezekerdişê Hereketê Kurdan, Rewşa Kirmanckîye” girtiye dest.
Şerîf Derînce jî bi rapirsîneke xwe ya der barê rewşa zimanê kurdî de bûye mêvanê vê hejmarê. Îcar wî bala xwe daye ser rewşa zimanê kurdî ya li nav xebatkarên şaredariyan.
Samî Tan jî dest avêtiye mijareke cihêreng. Wî li gorî lêkolînên navneteweyî berê xwe daye navê rengên bingehîn ên kurdî. Her wiha Zana Farqînî di gotara xwe de bal kişandiye ser “Di Zimanê Nivîskî de Hin Awayên Şaş ên Vekîta Kêşana Lêkeran." Mesut Umar dîsa dest avêtiye mijareke têkildarî derûnînasiyê: “Şîn û Zarok.” Du nivîsên têkildarî zimên û edebiyatê jî “Ji Hêwirgeha Kurdan Çend Şayesên Bedewiyê” ya Memet Çagdavul û “Sêxisteyên Modern” a Yahha Elewîferd e. Ji bilî van çend nivîsên din jî di vê hejmara kovarê de cih digirin.
Ji bo xwestinê:
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Cibali Mahallesi, Ataturk Bulvari, Unlu İş Merkezi, A Blok, Kat: 3, Unkapani, Fatih, İstanbul.
Telefon: (0212) 621 8200, 621 8237
E-mail: enstitukurdi@gmail.com