Girseya ku li qada Galatasaraya Beyogluya Stenbolê kom bû û komkujiya Cizîrê şermezar kir rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan di êrîşê de 17 kes binçav kirin. Di bin çavan de bi îşkenceyê zendê jina bi navê Fatmanur Canturk şikandin.
Platforma Ked û Demokrasiyê, HDP, HDK, KJA û gelek saziyên sivîl û demokratîk bi boneya komkujiya li Cizîrê şermezar bikin li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de polîsan êrîşî girsê kir û 17 kes binçav kirin. Polîsan di bin çavan de îşkence bi Fatmanur Canturk kirin û bi îşkenceyê zendê Fatmanûr şikandin. Piştre Fatmanur Canturk, rakirin nexweşxaneyê û 16 jî birin midûriyeta Polîsan a li Vatanê.
17 kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Yasin Aslan, Mesut Çakal, Berat Oztemel, Cuneyt Aktaş, Resul Perek, Yılmaz Uzunoglu, Fatmanur Canturk, Pınar Turan, Osman Çelebi, Emine Çelebi, Mazlum Yalçinkaya, Îsmet Yilmaz, Mehmet Nurullah Kalkmaz, Ramazan Dikmen, Servet Okan, Resul Perek, Gokhan Keskin û Mesut Dursun.