Şener Ozmen
Bêşik û yekser dişêm bibêjim ku romana Omer Dilsoz, ji pesn û nostaljiya gund û jiyana gunditiyê û ji pastoralîzasyoneke derengketî pêkhatiye; ji bilî ferhenga xwe ya dewlemend û zimanê xwe yê nerm û lûs û helbestiyane, roman ji hêla tevn û vehûnana mijarê ve, romaneke lawaz, têrkaresat û têrrondik e. Û ev guneh, ne yê nivîskêrî ye, tenê yê neynikê, neynika wî ya xweşkûk e.
…
Ev ne pêşekek e
Heke ku romanên gewre bi tenê ji hêla dewlemendî û warestetiya ferhenga nivîskêrî bihata “nirxandin” yan (bi gotina Dilawer Zeraqî) “şor-şîrovekirin” (overinterpretation) û “veçirandin”, heke ku pîvanên edebiyateke xweser û di heman demê de gerdûnî ji bo me bi tenê ev bûna, ez bawer im bihêztirîn û erjengtirîn romanûs dê ji ferhengnûsan derketa yan jî û bêguman ji semiyolog, ji strukturalîst û post-strukturalîstan. Lê Xwedêkirî dîroka romanê di vî alî de venekişiyaye, nexwe me yê çi tehm û lezet ji romanan wernegirta û ji bilî vê yekê, di rewşeke wisa de diviya xwendekar jî bi qasî nivîskêr aqilcihû bûya da ku xwendineke biserketî li dar bixîne. Belam me ne xwendevaneke wisan heye ne jî romanên me (berhemên me) bi van dîsîplîn û awayên nêzîkayiyê tên (yan hatine) xwendin.
Ji bilî berhemên edebî ên Umberto Eco (Eco mînakeke taybet e), ku yek ji serkêşê semiyolojiyê ye, ne Saussure, ne Krîsteva, ne Barthes û ne jî Greîmas (em dişên navan lê zêde bikin) çi romanên tirtire nehiştine ji me re, yanê karê ku pê rabûne, bêhtir bûye ji nû ve xwendin û ji nû ve veçirandina tekstên edebî, berhemên hunerî û binyatên kulturî. Yanê piştî salên 90’an, bi derengî be jî me bi çaveke dinê li berheman nihêriye, xwendiye yan lêkolîn li ser kirine. Di vî warî de hûn dişên li hin tekstên Remezan Alan yên di kovara WAR de hatine weşandin, binêrin. Alan, di nivîsa xwe ya “Metin, Beklentiler ve Eleştiri”yê (1) de li ser berhemên Suzan Samanci bi hûrbînî rawestiyaye û dîsan li ser romanivîsîna Mehmed Uzun (2), lêkolîneke berfireh kiriye.
Ezê li vir mînaka Tahsîn Yucelî bidim bi destûra we. Nifşê min navê Tahsîn Yucel bi xebatên wî yên di warê semiyolojiyê û wergerê de nas kir, ne bi çîrok û romanên wî, ji bêedebiya nifşê min wêdetir, Tahsîn Yucel jî xwe bi romanûsî yan bi çîroknûsiya xwe nedaye pêş (dibe ku ji van etîketan êciz dibû), belê wî gelek xelatên cur bi cur ên payebilind jî wergirtine, çi ji hêla wergerê, çi ji hêla çîrokan û yan ji hêla romanan ve, belam ew wekî romanûsekî nehatiye naskirin. Semîh Gumuş di nivîseke xwe ya der heqê kitêbeke Tahsîn Yucel de dibêje; “Edebiyat nivîsîn e, nivîsandina rewşa mirovî û dinyayê ye. Edebiyata me, di tirkiya nivîskarên ku qîma xwe bi tenê mecbûriyeta nivîsandina van tiştan neanîne û pê re pê re li ser çawaniya (awayên) nivîsandinê jî rawestiyane û dane zanîn ku ev yeka han bi zimaneke hema hema bêqisûr pêk tê, dijî.”(3)
Zimanê têkildar
Belê zimanê ku em pê têkildar in û em hewl didin ku gelek tiştan pê biafirînin, binivîsînin, bivejînin û biweşînin, belê ne serî ye û ne jî binî; zimanê kurdî di vê bêaviya kambax de mîna ku zimanê okyanûseke be, ew çend ku kûr û berfireh e û heya niha jî çi sînor lê nehatine danîn. Dîsan dibêjim, heke ku berhemên romanûsên bi nav û deng (yan jî em wiha bi lêv bikin, yên ku tesîr li nîvê cîhanê kirine), bi tenê ji zimanine qerase, ji ferhengine cild bi cild, ku ji peyv û gotin û biwêj û cînav û têgehan mişt derketa, wê demê dê hewce nekira ku em serê xwe bi Bukowskî, Marquez, Lorca, Calvîno, Mehmed Uzun û bi Helîm Yûsivî biêşanda. Heke mesele bê li ser qisûr û bêqisûriya zimên, emê neşên şikestiyên tirkiya Orhan Pamukî kom bikin û jixwe ev ne karê me ye jî. Lê ev nayê wê wateyê ku Orhan Pamuk, ne nivîskarekî bihêz e, bi ya min, kêmasiyên zimên bi demê re çareser dibin, mesele wekî ku hatiye gotin, ne ev e. Emê çi bi pirsgirêkên awayên bîr û boçûnan bikin? Emê wan çawa çareser bikin? Aya emê bişên îdeolojiyê ji wêjeyê cihê bikin, mesele ev e û “ev bû”.
Divê şaş neyê têgihîştin, ji ber ku di van demên dawiyê de di hêla edebiyata kurdî de gelek tişt şaş tên têgihîştin, ez bi tirs im. Îcar xwendinên (carcaran dibin nivîsar) ku li ser wê şaştêgihîştinê hatine kirin jî, dibin sosret û bi ser me de dibarin, ez dibînim ku hejmara giregir û rexnegir û şîrovegirên edebiyata kurdî a modern, ji zû de ye ku ji hejmara nivîskaran derbasbûye, ji lew, ezê di vê nivîsa xwe ya ku min qet nedixwest ez binivîsînim de, rêyeke dinê deynim pêşiya xwe, yanê ezê yekser rexne bikim. Ezê bêyî destûr, romana Omer Dilsozî rexne bikim, romana ku digel ferhengoka wê, ji 240 rûpelên camîn pêkhatiye. Hibra me xwîn e, belê, wekî ku Nietzsche jî li cihekî qal kiribû, em bi xwînê û ji ser wê xwîna ku hatiye rêtin dinivîsînin, baş û nebaş, lê vaye me bi dest nivîsandinê kiriye û em pê de diçin û emanet qencî…
***
Alain Robbe-Grillet di “Romana Nû”(4) de dibêje; “Ez ne teorisyenekî romanê me. Wekî hemî romanûsan, bi qasî ên duh, ên îro jî, di warê kitêbên ku min nivîsandine, min xwendine yan min xwestine ku binivîsînim de wê çend gotin û rexneyên min jî hebin. (…) Dema ku romanên min der diçûn, tu kes bi coşeke tevayî pêşewaziya wan nedikirin, ez pir kêm hatim pejirandin.”(5) Pirsa ku ezê bikim jî, bi gotinên Alaîn Robbe-Grilletî ve rasterast girêdayî ye. Ez jî tênagihim bê ji ber çi hin roman, hîn çapnebûyî û neweşayî, bi hest û coşeke dûrî aqilan tê pêşwazîkirin û hin roman jî, wekî ku ew qet nehatibin nivîsandin û weşandin, di bêdengiyekê de tên fetisandin. Ji ber çi li ser hin romanên kurdî bi dehan nivîs tên lêkirin û li ser hinan jî bi tenê hevokek jî nayê nivîsandin? Aya ev ji ber bêmerêsiya romanê tê? Heke ne ev be, nexwe çi ye ya ku romanê binçal dike? Û ew nivîsên ku hejmara wan digihîje nizanim çendî, gelo ji pênûsên kîjan rexnegiran û semiyologan û fîlologan derdikevin? Rîskê herî mezin a vê nivîsê jî ev e; wê kî bawerî bi vê nivîsê bîne? Romanek der diçe, belê û ne bi tenê rexnegir, lê pesindarên dema cahiliyeyê ya modern jî dest bi nivîsandinê dikin, ew zû bi zû dinivîsînin, li her derî dinivîsînin û li ser her quzilqurtê jî dişên binivîsînin. Çi dibêjin gelo? Qala çi dikin di xwendinên xwe yên berevajî de? Dibêjin ku, “Romana filankeso heta bi protoplazmayên min tesîr li min kir, ez ji xwarinê û ji vexawrinê qut bûm…”, dibêjin ku, “dema ku romana bêvankeso gihîşt ber destê min, min yekser dev ji karê xwe yê siyasetê berda û min dest bi xwendina romana dostê xwe kir…”, ev bi giştî ji rexneyan tên hesabê? Jixwe çend dost û heval in û xwendinê di navbera xwe de par dikin, dipesinînin, dipesinînin û hey dipesinînin. Belê pêdiviya me bi pesnan jî heye, lê ji bo Xwedê, ji van nivîsan re nebêjin “rexne”, ji van nivîsan re nebêjin “xwendin”, ên we “şîrove ne” heyrana çavên we û ji vir heya ber sînorên Çînê, dûrî edebiyatê, bêhtir nêzî babetên dînî ne. Der her çi bin, mesela me ne ev bû, me yê li ser romana Omer Dilsozî xeber bida, belê û fermo…
***
Omer Dilsoz û “rewş”
Omer Dilsoz di romana xwe ya “Neynika Dilî”(6) de bi zimaneke dişêm bibêjim ku hêjayî hesidînê ye paşxaneya rêzebûyerine –yan rêzekaresatine– periyodîk dide. Bûyerên ku bûne sedemên yan encamên wê periyodê ku ji gelekên me ve eyan in, bi awayekî periyodîk jî cih bi cih û dever bi dever hûnandiye. Mijara sereke, wekî ku di gelek romanên kurdî de jî bûye (û dibe) sermijar, “şer e” û tevger û liv û lebatên mirovên ku tûşî wî şerî mane ne. Lehengê me Mustefa, ne li gundê Xanê, lê li gundekî din ê Kurdistanê jî bihata dinyayê, çîrok wê nehata guhertin, ji ber ku çîroka Mustefa, çîroka me hemûyan e û Omer, li ser vê gotina dawî (çîroka me), bi giranî rawestiyaye. Piştî teswîrkirineke kite bi kite û dûdirêj a gund û derdor û herêmê (dersên erdnîgariyê), em endamên malbata Mustefayî yek bi yek dinasin; Bavê Mustefa Ebdurehman, melayê gundê Mizgeftê ye û bi qasî ku Mustefa vedibêje, ew yekî xwedî îman e (heta bi Hecê jî çû ye), zarokên xwe bi urf û edetên bav û kalan perwerde dike û ji hemiyan girîngtir, ew melayeke kurdperwer e. Jina wî Kewsera keça Emer Axa jî, ji Gundê Axayî ye.
Du birayên Mustefayî hene û jê mezintirin; Tajdîn û Ehmed û du xwîşkên wî yên biçûk û cêwik hene; Ronahî û Bînahî û didu jî keçên Tajdîn in; Rojbîn û Rondik. Heta bi vir, em di nav qesrekê de ne û bi malbateke şên û bextewar, her wiha bi gundekî aram û asûd re têkildar in.
Heta bi hatina qereqolê, ji ber ku bi qereqolê re, agirê fesadiyê jî gur dibe û Salo (Salîm) dibe pêşkêşê fesadiyan. Ji ber ku hîn di destpêkê de Omer, diyardeyên xuy û xislet û sinc û meyla Saloyî dide destê xwendevên, em zû bi zû nas dikin ku ew êdî kirêtekî romanê ye (di wateya wê ya estetîk de) û dikare her tiştî bike û dike jî.
Wekî ku min li jor jî got Omer, bi periyodeke ku êdî bûye şabloneke edebî, berê me bi rêzebûyeran ve dike. Çi ye ev periyod? Di bingeha vê periyodê de gotineke pêşiyan heye û ez bixwe dema ku di nivîseke, yan di romaneke yan di helbestekê de pêrgî wê têm, yekser mirûzê xwe dikim; “Kurmê darê ne ji darê be dar nakeve” û ez bawerim heta ku em vê gotinê ji ferhengan dernexin, emê her bi daran bikevin. Omer, vê gotinê di du-sê cihan de bi kar tîne, nexasim piştî karesatan, ji bo mînak; “Heke ji kurmê darê nebe çu zewala darê nabe.” (r. 49), “Heke kurmê darê ji darê ne be çu zewala wê nîn e” (r. 161), Omer, bi vê gotinê bi me dide zanîn ku kurd, miletekî bêtifaq e û ji ber vê bêtifaqiya xwe ya mêjûyî (dîrokînî) jî, her û her têkçûye. Heke em vê pêxamê (mesajê) wekî pêxameke sereke a romanê bihesibînin, jixwe wê hewce neke ku em romanê ji serî heta dawî bixwînin û serê xwe jî bi pirs û pirsgirêkên hundurîn (ên navxoyî) biêşînin. Lê, bi ya min, ev ne pêxama sereke a romanê ye, Omer, bi tevî ku “bêtifaqiya” di nêv kurdan de wekî nîşana herî xurt a têkçûnê dide jî, li ser vê meseleyê zêde ranaweste û bêhtir, hêza xwe dide ser rûdana karesatan û hestên ku (serobinobûyîneke ku em dişên bibêjin êdî bes e!) xwe ji ser lehengê romanê didin derê. Aya çi ne ev û bi çi rêzî rûdidin?
Rêzekaresat û bûyerên romanê yên perîyodîk
1- Bavê zaroyan, melayê Gundê Mizgeftê, Mela Ebdurehman bi awayekê nemerdane têt kuştin. (Dîmena duyemîn, “Hêvîşikestî”)
2- Ehmedê Xanî, zanîngeha xwe diqedîne û bi çenteyekî reş vedigere gund. Wî hay ji kuştina bavê xwe tune ye. (Dîmena duyemîn, “Hêvîşikestî”, r. 32) Pirsa bavê xwe dike û dayik, bi giriyekî bilind dibêjiyê; “Ehmedo, xerîbê min! Bavê te hat kuştin.” (r. 33)
3- Jina Ehmed a bajarî (Dilşayê) jî wekî karesetekê hatiye dayîn. Di van beşên têkildar de Omer Dilsoz, helwêsta xwe ya wêjeyî jî dide der û bi hevok û şîroveyine dûdirêj, qala bajarvanî û cudahiya wê ya ji gundvaniyê dike, ji bo mînak; “Jina Ehmed, keçeke bajarî bû; bi quretî li me dinihêrî, çu kar nedikir, gelek caran li ber devê dayika min dida; keçikeke zana û xwenda bû lê bi gotina dayika min, ‘taşikrûteke bêmerêz’ bû. Gelekî xwedîtî bû, hêj ew çend meh bûn ku hatibû mala me, xwe ji me gelekî jorvetir didît û li gorî rêz û rêgezên qesra me tevnedigeriya. Dilê xwe ji me radikir û carinan jî diket bi Ehmed û dida bin hingilên wî, lê wî çu carê bi wan gotinên wê nedikir, çimkî, Ehmed gelekî ji malbata xwe jî hez dikir…” (r. 39)
4- Ehmed di reştariya şeveke germ a Xanê de winda dibe. Diçe digihîje şervanan. Bi tevî ku ev çûyîna bêwext dibe cihê dilşadiyê jî (Dayika min, ji me hemûyan bêhtir ji Ehmed hez dikir, her digot ew ê bibe mirovekî jêhatî û dê bibe serkêşekî kurdan, r. 16), kesek li halê Dilşayê napirse.
5- Mustefa diçe leşkeriyê. “Êvareke reş, stêr li asîman direqisin. Dengê wawik û sîsirkan li derdorê deng vedida. Ji mêj ve me şîva xwe xwaribû û êdî em ketibûn kozikên xwe.” (r. 52) Yavuzê Îzmîrî tê kuştin. “Sehma mirinê. Tirsa kuştinê.”, (r. 53)
6- Qero keça xwe –Nêrgiza brîndar– bi destê xwe radestî qerekolê dike.
7- Jina Qeroyê çavkor –Nesrîna doxînsist–, ew dikuje û bi wî umrê xwe berê xwe dide çiyayan. “Bêrûmet jîyabû, da ku qet nebe birûmet bimire.”, (r. 58) Û ew tevger jî wê jinikê bi wê halê xwe yê ne tu hal ve dipejirîne.
8- Nemrûd tê kuştinê.
9- Ehmedê kekê Mustefayî tê kuştinê; “Min cendek nenasîbû; çavên wî ji qoqirkê derxistibûn, lêv û difin lê birîbûn, guhên wî jê kiribûn, diranên wî lib bi lib jê hilkêşabûn, li bejn û bala wî tam derba bîst û çar berikan hebû; gurçik û mêlakên wî, ûr û rovîkên wî jê rijiyabûn. Neynûkên dest û piyên wî lib bi lib jê hilanîbûn. Gewriya wî tijî kindir kiribûn.” (r. 66)
10- Di wan rojên reş de, Xwedê zarokeke dîtir dide jinbiraya wî Esmayê (ina Tajdînî). Dayik, navê wê yekser dike Ebdurehman. (r. 72)
11- “Piştî kuştina Ehmed tenê bi çend hefteyan, îcar, leşkerên ku kerba xwe ji kuştina wî (Ehmed, Ş.O.) negirtibûn, leşkerên ku ji ber ku me darbest bi pateyên kesk û sor û zer xemilandibû, pir zivêr bûbûn, îcar di şeveke reş û tarî ya kanûnê de avêtibûn serqesra me.” (r. 73) (…) “Zarokê berşîr, Ebdurehmanê biçûk, keser û duaya dayik û bavên dilsoj ên bêdûnde, wê kêlîkê bûbû janeke zirav û ketibû reh û demarên şevê.” (r. 74) (…) “… li ber guleyên bêbext bûbû bêjing, bûbû serad, bûbû moxil; tam pênc gule li bejna ku encax bi qasî bihostekê bû, dabûn.” (r. 74)
12- Fermana Gundê Mizgeftê radibe. Gundê Mizgeftê dişewite.
13- Piştî vê karesatê, malbat xwe davêje ser bextê xalanên xwe.
14- Berê xwe didin bajêr, ango Culemêrgê û “dergehên jiyaneke nû” li ber wan vedibe. (r. 84)
15- Zehmetiyên jiyana li bajarî; “Tajdîn li mizgeftekê dest bi melatiya xwe kiribû, şikûr ji Xwedê re, bi meaşê wî çavên me ji ber destê alemê birdibûn. Lê, ma meaşekî dê têra çi bikira: deynên avakirina avahiyê, deynên erdî, deynê ard, eşkir, xwê, Rûnî, heqê av, elektrîk, komir, dar û telefonê…?” 8.r. 86)
16- Diyardeyên karesateke nû: “Xwîşkên min Bînahî û Ronahî jî li ber bayê bajarî ketibûn; hemû derdê wan ew bû ku demekê beriya demekê di nav çerxa jiyana bajarvaniyê de cihê xwe bigirin. Bînahî diçû mala memûrekî bermaliya wan dikir; li zarokê wan dinihêrî û paqijiya wan dikir. Ronahî jî diçû kargeha HÎSAŞê, li wir berik radiçandin; karê wê jî ev bû.” (r. 87)
17- Bandor û guherînên jiyana li bajarî: “Nas û dostên me çêbûbûn. Dayika min, hêdî hêdî kulên xwe li kûrahiya dilê xwe çal kiribûn. (r. 88), “Xwîşkên min reng û şemala xwe guhertibûn, zimanê xwe hêdî hêdî vedihêlan û bi Tirkiyeke şikestî diaxivîn. Jinbiraya min Dilşayê xem û şîna xwe li pey xwe hiştibû û bi çarlepî destê xwe li bin barê jiyanê alandibû.” (r. 88)
18- Tajdîn “bi seranpê” diguhere. Dibe dîndarekî fanatîk. (r. 88)
19- Dilşa êdî bêdestûr û bêwext derdikeve derve. (r.88)
20- Mustefa bi xweşikbûna xwe dihese. (r. 93) Binêrin Lacan û pêvajoya neynikê.
21- Li bajêr kurek li Tajdîn û Esmayê zêde dibe. Navê wî dikin “Muas”. (r. 101)
22- “Bînahiyê heta hingê gelek mal guhartibûn lê navmaliya wê hê jî dewam dikir. Şekl û şemala wê gelekî guherîbû, ew li ber bayê bajarvaniyê ketibû, lê li nik wê ew kultura jiyana bajaran tune bû, lewma karakterên bajarî baş nedinasîn.” (r. 103) Li vir mirov dikare vê bibêje; “Bajarê ku tê qalkirin, ne Stenbol e, Culemêrg e û aya bajarvaniyeke çawan li Culemêrgê heye ku dibe sedema guherînên bi vî rengî?
23- Bînahiya Kewserê ducanî dibe. “Piştî vê şikestina yekem xwîşka min bi temamî dest ji xwe berdabû û her wekî tola xwe ji jiyanê bistîne, wisa bûbû qehbika bin xelkî.” (r. 103) Çi ye ev? Omer Dilsoz çima vê yekê bi me dike? Ji ber çi berê romanê dide fîlmên Kuçuk Emrahî?
24- Nêrîna wî ya resen a derbarê bajaran de: “Mirovî li bajaran haysiyeta xwe ji dest dida, evîn li nav striyên rûreşiyê di dilê min ê brîndar de diêşiya.” (r. 105)
25- Bînahî kurtaj dibe. (r. 109) Bi kîjan pereyî?
26- Dayik, dest bi çîroka xwe dike. (r. 116)
27- Dayik felc dibe. (r. 131)
28- Dayik dimire. (r. 142)
29- Daweta xwişka wê Ronahiyê ye. (r. 146)
30- Xwişkê didin Saloyê Kêşkanî. (r. 158)
31- Xalê Mustefayî tê kuştin. (r. 161)
32- Vegera gund. Mustefa piştî salan diçe Gundê Xanê. (r. 162)
33- Piştî ku bi Feqî Huseynê niştimanperwer re dûdirêj xeber dide, tovê tolhildanê li Mustefayî her ku diçe mezintir dibe. (r. 165)
34- Feqî û Mustefa plana revandina Saloyî dikin. “Erê neynika min, Mustefa kirêt û bikêrnehatî li serê duriyanekê, di nava lêgerîna modela jiyanê de dê bi pîremêrekî heftê û penc salî re biçûya ser mala zavayê xwe û ew birevanda.” (r. 177)
35- Mustefa hewceyiya xwe ya hundurîn dide der. “Min gelekî hewceyî bi hevjînekê hebû: Jin, zarok, mal û avahî û jiyaneke nû…” (r. 179)
36- Sosin pirsiyara bajaran ji Mustefayî dike. “Mustefa bajarên mezin çawan in?”, ew qet ne li bendî pirseke wiha ye, dibêje, “Tenê navê wan mezin e. Nexwe ew bi xwe pir biçûk in.” (r. 180)
37- Dema ku Mustefa qala bajaran jê re dike, zimaneke bi îstîare bi kar tîne. “Mirov di nava labîrentên xwe de difetise.” (r. 181) Û ev car bi car bi nêzîktêdayînên zimanê Cezmî Ersozî, têk diçe, wekî, “Ruhê te paqij e, gava ez çav bi çavên te dikevim, bawer bike, îfadeyeke pak dibînim, zarokê di awirên te de nemiriye.” (r. 183)
38- Sosin dilê xwe ji Mustefayî re vedike. (r. 183)
39- Salo tê revandin. (r. 187)
40- Salo li xwe mukir tê. Em têdigihîjin ku dijminahiya wan ne ji ber dozeke siyasî tê. Mesele di navbera Xaniyan û Kêşkaniyan de ye. (r. 191)
41- Salo sedemên xwe yek bi yek vedibêjin. (r. 193)
43- Salo dibêje, “Xalê feqî, ma ne mezinan gotiye, ‘Heke ji kurmê darê nebe çu zewala darê jî nabe.” (r. 194)
44- Salo yên di dilê xwe de vedirêje ber wan. (r. 196)
45- Daweta Mustefayî li dar tê. Ew bi Sosinê re dizewice. (r. 207)
46- Salo yê efûkirî jî tê dawetê û serûstûyê Mustefayî maçî dike. (r. 211)
47- Daweta wî ye. Li vir Omer mêjûyekê dide: 28’ê tebaxê… (r. 212)
48- Hewl dide ku Gundê Mizgeftê ji nû ve avabike. (r. 213)
50- Saloyê xinizkar, ku êdî dibe Salim, piştevaniya Mustefayî dike. (r. 214)
51- Marê di xewê de hişra dibe. (r. 215)
52- Rikberiya Keşkaniyan berdewam e. (r. 217)
53- Mustefa û fermandar li hev dikevin heft û heştê ji ber avahiyê. (r. 218)
54- Sosin ji ber vê yekê pir ditirse û dibêje, “Mustefa, ez ditirsim ku ev bêbav berhingarî serê me bibin, ew ê bela xwe di me din.” (r. 219)
55- Salo tê û giliya fermandarî dike ji Mustefayî re da bi tevdîr be. (r. 220)
56- Dikana Mustefayî tê şewitandin. (r. 221)
57- Leşker lêdaneke pîs li Mustefayî dikin. (r. 222)
58- Xwezûrê Mustefayî Feqî Huseyn ji layê leşkeran ve tê kuştin. (r. 223)
59- Sosin bi nameyekê terka malê û Mustefayî dike. (r. 225) Diçe û digihîje şervanan.
60- Mustefa berê xwe dîsa dide Stenbolê. (r. 226)
61- Mustefa di rojnameya Azadiya Welat de dixwîne ku Sosin bûye serkêşa şervanan. (r. 226)
62- Nivîskarê romanê nav û paşnavê xwe bi kar tîne. “Di bin de îmzeya Omer Dilsoz hebû.” (r. 227)
63- Û wekî dawî Mustefa di bajarên mezin de berze dibe. (r. 231)
Ezê li ser diyardeyên navê Tajdîn û Ehmedî (Tajdîn û Ehmed di ber çayê re satranc dileyistin, r. 17) ranewestim û ne jî li ser têkiliya Mem û Zîna Ehmedê Xanî û her wiha Saloyê ku di dirûvê Bekoyî de hatiye nîşandan, ev ne navine nepenî ne û jixwe bi mebesta nepenîkirinê jî nehatine dayîn.
Her wiha navê Feqî Huseyn, me dibe Feqî Huseyn Sagniçî, lê ev jî, ne meseleya me ye. Di vî 63 xalên romanê de wekî ku ji we ve jî eyan e, karesat bi dû karesatî de tên, bi her liva nivîskêrî re, tiştekî nebixêr rûdide û me heyirî dihêle.
Min vê dîmenê di ‘Jiyanek’a Bûbê Eser de dîtibû; heta bi nîvê romanê, 9-10 kes jiyana xwe ji dest dabûn û xatir ji me haziran xwestibûn. Piştî demekê hejmara mirinan ez zehf êcizkiribûm û min roman bi tevî wê êciziyê –û bi tevî mirinan– qedandibû. Heke ku em bên li ser vê tabloyê, em dişên têheveke (yekûneke) nemaze ji karesatan pêkhatî (ne ji surprîzan) jê derînin. Karesata herî mezin jî, kuştina romanê ya bi destê nivîskêr e û Omer Dilsoz, wer xuya ye ku “mijar” qurbanî rasteqîneyê kiriye, ew rasteqîneya ku di Şikefta Platonî de wekî rewrewkan lê dixuye.
Mustefayê ku koka hemî bobelat û karesatên bi serê wî û malabata wî de hatî di vê pêvajoya şerî de dibîne û gelek tiştên din jî bi çand û kultura bajarvaniyê ve girê dide, mebesta xwe ya derûnî ya jiyanê, ji devê kekê xwe yê hatî kuştin dide û dibêje; “Min ê jî wekî her kesî/ê ji xwe re tevneke jiyanê raçanda. Dê ji bo min jî aso û mebest hebûna û ez ê jî ji bo ku bigihîştama wan, têbikoşiyama. Wekî her kesî/ê; ne tiştekî kêm dixwazim ne zêde. Ezê jî bibûma kesekî ji rêzê û min ê ji bo jirêzêtiyê hemû xewn û xeyalên xwe biguranda û hemû îdealên xwe feda bikira. Kî dizanî, belkî bi jirêzêtiyê ez bilind bibûma; asoyên min fireh bibûna û min ji pêsîra jiyanê şîrê dewlemendiyê bimêta…” (r. 206) Mesele ev e, mesele tev ev bû, vêca em digihîjin dawiyê, em digihîjin xewn û xeyalên ku Mustefa bi dû ketiye, Omer, qet nebe di vir de bi ser ketiye, ji ber ku ne tenê neynikek, lê wî du neynikên dinê jî danîne pêşiya lehengê xwe Mustefayî;
1- Ajandaya kekê wî Ehmedî (zanîn û kultur),
2- Qurana Pîroz e (zanîna olî, hêza îmanê) ku bi tevî xwîna li serê jî, ronahiyê dide.
Bêşik û yekser dişêm bibêjim ku romana Omer Dilsozî, ji pesn û nostaljiya gund û jiyana gundîtiyê û ji pastoralîzasyoneke derengketî pêkhatiye; ji bilî ferhenga xwe ya dewlemend û zimanê xwe yê nerm û lûs û helbestiyane, roman ji hêla tevn û vehûnana mijarê ve, romaneke lawaz, têrkaresat û têr-rondik e. Û ev guneh, ne yê nivîskêrî ye, tenê yê neynikê, neynika wî ya xweşkûk e.
Min dixwest ku di dawiya vê nivîsê de li ser wateya neynikê (helbet ji ser Jacques Lacan, ji ser wateya fallus û li ser têkiliya dê û kur –pêvajoka neynikê– binivîsînim lê min wext nema. Wekî gotina dawî, Omer Dilsoz ferhenegeke binirx avakiriye û dikare romanên bêneynik jî biafirîne.
Jêrenot
1- Kovara War, Hejmar: 4, Bihar 1998. r. 30.
2- Romannûsiya Mehmed Uzun, Remezan Alan, Kovara War, Hejmar: 5-6, Havîn-Payîz: 1998
3- Tahsin Yucel'i okudunuz mu? (We Tahsîn Yucel xwendiye gelo?), Semih Gümüş, rojnameya Radikalê, 24.03.2006
4- Yeni Roman (Romana Nû), Alalin Robbe-Grillet, Weşanên Ara, Tirkiya wê: Asim Bezirci, çapa duwemîn, Stenbol 1989.
5- Yeni Roman (Romana Nû), Alalin Robbe-Grillet, Weşanên Ara, Tirkiya wê: Asim Bezirci, çapa duwemîn, Stenbol 1989.
6- Neynika Dilî, Omer Dilsoz, Roman, Weşanên Aram, 2009
Nivîsên Şener Ozmen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: