Diyarname
Hin qeza hene mirovan şaşwaz dikin. Bê hemdî mirov dibêje ev çawa dibe? Encam çawa çêbû?
Em ji serî dest pê bikin..
Li Californiaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rê di halê normal de dimeşe, lê ji nişke ve tekerê erebeyeke destê rastê ji bin dertê û dikeve pêşiya erebeyeke din. Ew erebe teqle diavêje.
Paşê çi dibe? Ajokarê/a erebeya ku teqla avêt çi pê hat? Piştî ku ev vîdyo li nav tora civakî hat belavkirin gelek şirove hatin kirin. Gelek kes bi halê ajokarê rastî qezaya êşiyan. Gelek kesî got "Mirov nizane mirin ji ku tê". Lê na, ajokar nemiriye.
Malpereke bi navê "Gulf Today" agahî li ser vê qezayê belav kirin. Malperê eşkere kir ku sporkarê atletîzmê yê UCLA'yê (Zanîngeha Californiayê) Anoop Khatra bi ser hesabê xwe re ev vîdyo belav kiriye û di dawiyê de gotiye ku erebeya qeza kir ajokara wê jin bû bi sivikahî birîndar bûye.
Va ye ew vîdyo: