Diyarname
2’yemîn Hefteya Derhênerên Jin dest pê kir û heta 7’ê mehê li dar e. Di nav bernameyê de bi giştî 18 fîlmên ku derhênerên wan jin in hene ku di nav van de 12 jê fîlmên metrajdirêj in.
Li Îzmîrê li Navenda Çanda Turkan Saylan ku girêdayî Şaredariya Konakê ye û li Navenda Çanda Fransiz (NÇF) têne nîşandayîn. Li NÇF’ê ligel nîşandayîna fîlman du panel jî hene.
Çend metrajdirêjên girîng
Di nav bernameyê de fîlmên girîng hene. “Borç” (Deyn) ê Vuslat Saraçoglu ku par li Festîvala Fîlman a Stenbolê xelata fîlmê herî serketî girtibû; fÎLmê Bavu Sivaci “Guvercin” (Kevok) ku li Edeneyê û ji Siyadê xelata fîlmê herî serketî girt; fîlmê Ceylan Ozçelîk “Kaygi” (Metirsî) Ku li festîvalên Berlîn û Montrealê hat nîşandayîn; “Toz Bezî” (Laçikê Paqijiyê) yê Ahu Ozturk û “Guven” ê Sefa Ozturk têne nîşandayîn.
Her wiha “Sîbel” ê Çagla Zencîrcî, “Bagcik” ê Gorkem Yeltan, “Fakat Muzeyyen Bu Derin Bir Tutku” ê Çigdem Vitriel jî derdikevin pêşberî temaşevanan.
Kurtefîlmên pêşîn
Yek ji sernavê balkêş ê bernameyê jî “Yavru Kuş” (Çivîka Çêlik) ku di bin vê sernavê de kurtefîlmên derhênerên ku di destpêka xebata xwe ya li ser sinemayê kişandine hene. Di vê çarçoveyê de kurtefîlmên derhêner Çigdem Vitrinel, Gulten Taranç, Sefa Ozturk û nivîskara sînemayê Banu Bozdemir hene. Li ser vê beşê yek ji dîrektorên çalakiyê Gulten Taranç wisa dibêje: “Bi taybetî em dixwazin keçikên ku niha sînema TV dixwînin bên li van temaşe bikin. Kurtefîlmên li vir em dê nîşan bidin ji aliyê teknîkê ve bi pirsgirêk in, niha em hemû bi ken li van dinêrin. Armanca me ew e ku em nîşan bidin sînema rêyeke dû dirêj e, em hemû ji heman cihî re derbas dibin û digihîjin cihek. Bi vê em dixwazin hêzê bidin sînemagerên nû.”
Belgefîlmên derhênerên jin
Di beşa “Sînema Goz” (Çavê Sînemayê) jî belgefîlm têne nîşandayîn. Di vê beşê de ji çar derhêneran pênc belgefîlm hene. Yên di vê beşê de dê bêne nîşandayîn ev in: “Kâzim” (Derhêner Dilek Kaya), “Karakoy’un Tonlari (Derhêner Sevinç Baloglu), “Selahattin’in İstanbul’u” (Derhêner Aysim Turkmen), “Muzikli Bir Hikaye”, “Umutlu Bir Hikaye” (ev her du belgefîlmên derhêner Jale İncekol in ku wê wekî sêbare dest bi kişandina van kiribû, her duyên pêşîn niha têne nîşandayîn).