Diyarname
Bernameya Newroza Amedê amade ye. Barzanî û Talabanî jî hatine vexwendin.
Komîteya Newrozê ya Amedê li ser bernameya Newroza 2009'an li Salona Resepsiyonê ya Parqa Sumerê civîna çapemeniyê li dar xist.
Serokê DTP'a Amedê Alî Şîmşek, Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, mebûsên DTP'ê Gultan Kişanak û Aysel Tugluk, berendamên şaredariyê yên DTP'ê, Platforma Demokrasiyê ya Amedê û gelek kes beşdarî civînê bûn.
Ji bo eşkerekirina bernameya Newroza 2009'an Serokê Komîteya Amedekar Mehmet Akin axivî
Li gor daxuyaniya ku hatiye dayîn wekî hunermend dê Aramê Tîgran, Zozan, Diyar, Xêro Abbas û Koma Gulên Xerzan tevlî pîrozbahiyê bibin.
Li ser mijara "Gelo dê Şivan Perwer bê Newrozê an na" Serokê Komîteyê Akin, got ku hê di vî warî de zelaliyeke nîn e lê destnîşankir ku wan Serokê PDK'ê Mesud Barzanî, Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, nivîskarên wekî Şanar Yurdatapan, Ragip Zarakolu, Celal Başlangiç û Orhan Pamuk vexewwendine Newrozê.