Diyarname
PEN'a Kurd li Amedê kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Heta niha navenda PEN'a Kurd li Almanyayê bû. PEN'a Kurd 8'emîn Kongreya xwe li dar xist lê vê carê li Amedê. Ji bo lidarxistina kongreyê Komeleya Nivîskarên Kurd (ku navenda wê li Amedê ye) û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi PEN'a Kurd re hevkarî kirin. Kongre roja 18'ê mehê dest pê kir. Serokê PEN'a Kurd Zerdeşt Haco, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, civaknas Îsmaîl Beşîkçi, Serokê PEN'a Komara Çek Jiri Dedecek, Serokê Komeleya Nivîskaran Şêxmûs Sefer û gelek nivîskar di kongreyê de amade bûn.
Di destpêka kongreyê de Serokê PEN'a Kurd Zerdeşt Haco axivî û diyar kir ku, nivîskarên kurd ên demeke dirêj in li dever û demên cuda li ser ziman û çanda kurdî kedek dane hatine cem hev û ji bo vê yekê jî ew kêfxweş in.
Haco got ku armaca vê kongreyê ya sereke li ser mafên ziman, çand û wêjeya kurd nîqaş bikin û li ser pêşerojek xurt bisekinin.
Zerdeşt Haco xwest êdî kurdî jî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û kurd karibin serbest bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û weşanan bikin.
Di kongreyê de ji bo rêveberî hilbijartinek pêk hat. Di endamê de Bêrîvan Dostkî, Dilşa Yûsûf, Perî Salih, Şêxmûs Sefer, Kakşar Oremar, Salihê Kevirbirî û Mem Mîrxan, ji bo rêveberiya nû ya PEN'a Kurd hatin hilbijartin.
PEN'a Kurd niha dixwaze li Amedê jî PEN'a Kurd ava bike. Ji bo vê yekê Lijneya Rêveberiya PEN'a Kurd ji bo ku PEN'a Kurd a duyemîn jî bê vekirin nameyeke ji Navenda PEN'a Navneteweyî re şand.
Wekî notek: Di destpêka salên 2000'î de jî vekirina PEN'a Kurd li Amedê hatibû nîqaşkirin lê ji ber ku nivîskarên li Amedê û PEN'a Kurd a li Ewropayê li hev nekir, ev proje hatibû rawestandin. Piştre di sala 2004'an de Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê hatibû avakirin. Niha di navbera Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN'a Kurd de têkiliyeke hatiye sazkirin û dixwazin bi hev re hevkariyê bikin.