logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Di her sê pirtûkan de heye lê çîrok a kurdan e

Dema mirov bi kûrahî dikeve nava hin belgeyên dîrokê, rûpelên hatine veşartin, yan jî di nava mij û dûxanê de hatine wen

  • Dîrok: 11/10/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Dema mirov bi kûrahî dikeve nava hin belgeyên dîrokê, rûpelên hatine veşartin, yan jî di nava mij û dûxanê de hatine wendakirin, werdigerîne û hinek rastiyên wê demê hûrdikole, bi derewên wan re dirûberîne û di serada hişmendiyê re derbas dike, dibîne ku du tişt pêk hatine. Yek, hemû çîrokên dîrokî wekî ferzên xweda derxistine pêş. Du, çalakiyên lehengên çîrokên hatine wergirtin, mîna çalakiyên lehengên dînî hatine raberkirin. Van rastiyan anîna rojevê wekî gunehê herî mezin bi mirovan danin pejirandin. Di nava van çîrokên dîrokî de ya herî balkêş çîroka "Heft Ciwanên" di şikeftekê de razayî ye. Ev di almanî de wekî "Heilige Sieben Schläfer" tê zanîn.
Ev çîroka balkêş di 28´ê Gulana 585'an berî mîladê li Yemlihûş (Yemlîha /Kayserî) li devê çemê Helisê (Kizilirmak) pêk tê. Di wê rojê de şerê di navbera Medan û Lidyayiyan de li derdora çemê Helisê pirr giran dibe. Ji qêrîn û hawarê dibe zimîna erd û ezman. Zarokên nav Yamlihuş, Meksaluş Misluş, Mernuş, Deberuş, Şazenuş û yekê sêwiyê kes navê wî nizane, bi hawar û qêrîn ji wir direvin, dikevin şikefteke li dora çemê Helisê û wenda dibin. Gelê li vê herêmê yên wê demê hin bi Hîtîtî, hin bi devokeke Lûvî û beşek jî bi Fîrîgî diaxivîn. Ev nav, li gorî hinan navên Hîtîtan, li gorî hinan jî navên Firigî ne.

Wê rojê saet di yekê nîvrojê de roj jî bi tevahî tê girtin û her der tarî dibe (ev rojgirtin bi zanyarî hatiye îsbatkirin). Ji ber ku gelê wê demê haya xwe ji diyardeya rojgirtinê tunebûn, vê wekî xezeba xwedawendan têdigihîjin. Li ser vî bingehî jî şer radiweste. Serwerê Medan û Lidyayiyan ji bo xatirê van zarokan li devê çemê Helisê çadirê vedigirin û di wê çadirê de li hev tên. Piştî lihevhatinê leşker şikeft bi şikeft digerin lê wan zarokan nabînin.

Leşkerê Lîdyayî dema vedigerin Egeyê vê çîrokê vedibêjin û ev çîrok li hin deverên nêzîkê Efesê wekî efsaneyekê belav dibe. Belê rastiya çîrokê ev e. Piştî ku Xiristiyan li vê heremê baweriya xwe hetanî radeyekê didin rûniştin. Xiristiyan vê çîrokê ji nû ve li gor heremê şîrove dikin û ev dikeve nava Încîlê jî.

Xiristiyan wisa şîrove dikin: Keyserê imparatoriya Rom Decius di sala 250'î pişt mîladê tê Efesê ji Xiristiyanan dixwaze ku ew cardin vegerin ser dînê Romayiyan, ji ber ku Xiristiyan vê daxwazê napejirînin, gelek ji wan tên kuştin. Heft xortên 14-15 salî tînin, ji wan ji dixwazin; ew vegerin ser dînê berê. Ji ber ku salpiçûk in, wan nakujin, demekê bi sînor didin wan, da ew li ser vê bifikirin û vegerin. Dema Keyser cardin tê ew zarok diçin, xwe di şikefteke baxirên Efesê de vedişêrin. Decius, derê şikeftê bi zinarên giran digire, lê ew namirin, 200 sal dû re radibin û dibin Xiristiyan. Nav heman navên ku li şikeftên Yemlîhayê ne. Dibêjin zarok dema roj derdikeve hişyar dibin û wekî pîroziyên Xiristiyanan jiyana xwe didominin.

Îslam jî vê wekî çîrokeke Îslamê vedinivisîne. Dibêjin, ji qiralekî zalim revîne, hevsed sal razane, rabûne bûne Misilman. Jê re "Ashab-i kehf" dibêjin. Di sureya Kehf ayet 17-18´yan de derbas dibe. Di wir de jî dinivîse; "Tu yê bibînî dema roj derdikeve!"

Hemû gelên li dora Kayseriya Tirkiyê ji ber vê çîroka bi hezaran salan e ji devan derbasî devan bûye, bawer dikin ku ev zarok di şikefteke li nêzî bajaroka Yemlihayê de ne! Yemlîha navê zorokekî di wan şikeftan de wenda bûyî ye. Vî bajarokî navê xwe ji wir girtiye.

Gelek zanyar li ser vê mijarê ketine nava lêkolînan. Li gor giştan ev çîrokeke berê Mîladê ye û têkiliya xwe yan bi şar yan jî bi rojgirtinê re heye. Lê ev vegotin dû re wekî çîrokeke pîroz derbasê nava vegotinên Xiristiyan û Mislimanan bûye.

Gelek çîrokên li ser axa Kurdistanê, li gel hin çîrokên bav û kalên me, wekî çîrokên pîroz derbasê pirtûkên wekî Tewrat, Încîl û Quranê bûne. Mînaka herî balkêş jî mijara çîroka "Uta Na Pîştîm" a di destana Gilgamêş de derbas dibe. Ev wekî Tofana Nuh hatiye şirovekirin. Dîsa mijar Pira Siratê ji Civata Zerdeştî hatiye wergirtin.

Mixabin ku gelek tişt ji me girtine, lê wekî yên xwe û tiştên xwedayî firotine me. Me jî bêyî ku em li çavkaniyên wan binihêrin û bibêjin: "Ev yên me ne û hûn kê dixapînin!" Dibe ji tirsa şûr be, me serî ji wan re çemandiye. Bi hêviya em bikanin, bi rexnegirî û pirsan her tiştî berê baş têbigihîjin û hê bikirin yan jî pê bawer bikin.
balani51@gmx.de
11.10.2017, Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Di rojnameyê de bi navê "Ayetên pirtûkên pîroz yan çîrokên dîrokê" ev nivîs hatibû weşandin lê me sernav guhart...

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo zarokan perwerdehiya zimanan dan destpêkirin

ad

Ax Kezeb, bersivek ji bo Jan Dost

ad

Ji bo pirtûka 'Licê' civîn li dar dikeve

ad

Helbest û roman

ad

Bi wêneyan Roja Kobanî ya Dinyayê

ad

Li Kerkûkê pêşangeha pirtûkan hat vekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname