Diyarname
Bi navê "Yenî Yaşam" rojnameyeke nû ku navenda wê Stenbol e dest bi weşanê kir. Rojnameya ku bi tirkî dest bi weşanê kir, dê li ser xeta azadîxwaz weşana xwe bidomîne. Rojname îro bi sernava "Fatura li gel hat birîn" hejmara xwe ya yekem derxist. Rojnameya ku rojane dê derkeve gelek nivîskarên wê hene. Yildirim Turker, Celal Başlangiç, Mucella Yapici, Beyza Ustun, Sirri Sureyya Onder, Murat Uyurkulak, Eren Keskin, Fikret Başkaya, Diren Cevahir Şen û Nesrin Nas hin ji wan in.